Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Labaratuvara Asulis a Ziman Diyalog Demokrasiyê îro (21ê Kanûnê) panela “Li Tirkiyeyê Rojnamegeriya Aştîxwaz û Medya” lidar dixe.
Panel wê li Salona Havakê ya Weqfa Hrant Dink de di saet 18:30an de destpê bike û li ser pirsên weke “Di nav rewşa şer de rola medyayê divê çawa be?”, “Tevgerîna li gorî rêgezên navneteweyî gelo têra rojnamegeriya aştîxwaz dike an na?”, “Gelo rojnamegeriya aştîxwaz di warê nûçegihanî û siyasetê de weke alternatîfek were bijartin an na?” de nîqaş were kirin.
Bi moderatiya Nûrcan Akad ve Dekana Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Kadir Hasê Prof. Alankuş, û Şêwirmenda Weqfa Ragihanê ya IPSê Sevda Alankuş û rojnameger Mete Çubukçu û Murat Çelikhan (Navenda Edalet û Hafizayê) wê li ser “Li Tirkiyeyê Rojnamegeriya Aştîxwaz û Medya” de biaxivin.
(EA/YO)