Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Herdu rojnamegerên Halîl Îbrahîm Polat û Cemîl Ugur bi sûcên “propagandaya rêxistina çekdar a terorî” “endambûna rêxistina terorî” hatin dadkirin.
Dageha Mêrsînê biryara sebest-berdana Cemîl Ugurê nûçegihanê Evrenselê da.
Halîl Îbrahîm Polat bi şertê kontrola edlî berê serbest bûbû, dadgehê biryara kontrola edlî ji bo Îbrahîmî rakir.
Cemîl Ugurê ku di girtîgehê de bû bi biryara dadgehê bi kontrola edlî serbest bû.
Ugurî eşkere kiriye ku dema polîsan bangli komê kiriye da ew belav bibin, ji ber ku wî karê xwe yê rojnamegeriyê kiriye ew ji cihê bûyrê neçûye.
Çi bûbû?
Di 23yê tebaxê de, li xwenîşandaneka li Mêrsînê du rojnamegerên Halîl Îbrahîm Polat û Cemîl Ugur hatibûn desteserkirin.
Ugur 16 rojan desteserkirî bû. Dadgeha Mêrsînê biryara serbest-berdana Ugurî da.
Di 6ê Çiriya Pêşiyê de dema ku Ugurî xwestiye ji bajarî derbikeve û ji polîsan destûr xwestiye, polîsan ew girtiye û jê re gotiye ku biryara girtina wî heye. (EA/MB)