Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) rapora xwe ya derbarê rojnamegerên girtî de diyar kir. Li gorî agahiyên CPJê di dinyayê de herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger hatine girtin.
Li gorî agahiyên CPJê ji bo rojnamegeran sala herî dijwar 2016 bûye ku li hemû dinyayê bi temamî 259 rojnameger hatine girtin. 81 ji wan rojnamegeran li Tirkiyeyê girtî ne.
Rapora ku bi îmzeya Elena Beiser hatiye diyarkirin de di dinyayê de herî zêde rojnamegerên li Tirkiyeyê rastî zext û zordariyan hatine û herî zêde li vir hatine girtin û wiha hat gotin:
“Ji 1990an vir ve ku CPJ dest bi xebatan kiriye, hejmara girtina rojnamegeran a herî zêde îsal hatiye qeydkirin. Ji 1/3ê ji wan rojnamegeran li Tirkiyeyê hatine girtin.
“Zext û zordariya li Tirkiyeyê piştî hewldana derbekirina di meha Tîrmehê de ku serkeftî nebû, zêdetir bû. Piştî wê yekê 81 rojnameger ji ber karên xwe yê rojnamegeriyê hatine girtin. Li gorî qeydên CPJê beriya niha li ti welatî hejmareke ev qas zêde rojnameger nehatine girtin û rastî zextan nehatine. Hukimeta Tirkiyeyê 81 rojnamegeran û bi deman jî ji xeynî wan ku ji bilî sedemên rojnamegeriyê, bi îdiayên sûcên li dijî dewletê kirine ve girtine.”
CPJ'ê destnîşan kir ku ji lêkolînên salên 1990'an heta niha di tevahiya cîhanê de hêjmara girtiyan derketiye asta herî jor û wiha cih da raporê. "Di sala 1996an de 185 girti bûn û herî zêde li Tirkiye û Çînê rojnameger girtî bûn.
Di cîhanê de welatên herî zêde rojnameger lê girtî Tirkiye di rêza yekemîn Çîn di rêza duyemîn û Eritre jî di rêza sêyemîn de ye. Li gorî rapora 2016'an li Tirkiye 81 rojnameger girtî ne. Li Tirkiye zêdeyî 100 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Herî kêm 81 rojnameger girtî ne. Li Tevahiya cîhanê 259 rojnameger girtî ne. Ji sala 1990an heta niha herî zêde îsal rojnameger hatine girtin."
Li gorî agahiyan rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî ne wiha ne:
Hatice Duman, Kenan Karavil, Seyithan Akyuz, Erdal Susem, Mehmet Baransu, Mazlum Dolan, Nedim Turfent, Şerife Oruç, Zehra Dogan, Ahmet Memiş, Emre Soncan, Abdullah Kiliç, Eda Akilli Şanli, Habip Guler, Halil İbrahim Balta, Kenan Baş, Olgun Matur, Onur Fazil Soydal, Osman Yakut, Ozkan Mayda, Tuncer Çetinkaya, Bayram Kaya, Bunyamin Koseli, Cemal Azmi Kalyoncu, Cihan Acar, Cuma Ulus, Hanim Buşra Erdal, Haşim Soylemez, Huseyin Aydin, Ahmet Turan Alkan, Ali Bulaç, Faruk Akkan, Mumtazer Turkone, Mustafa Unal, Şahin Alpay, Ufuk Şanli, Ercan Gun, Resul Cengiz, Vahit Yazgan, Ali Unal, Asli Erdogan, Bilir Kaya, İnan Kizilkaya, Sebahattin Koyuncu, Gultekin Avci, Atilla Taş, Mutlu Çolgeçen, Necmiye Alpay, Murat Aksoy, Ahmet Altan, Mehmet Altan, Sadik Demir, Cemil Ugur, İdris Sayilgan,Togay Okay, Bulent Utku, Guray Oz, Hakan Kara, Kadri Gursel, Murat Sabuncu, Musa Kart, Mustafa Kemal Gungor, Onder Çelik, Turhan Gunay, Akin Atalay, Mehmet Kuru, Mustafa Gok, Vedat Demir, Cihat Unal, Omer Ozdemir, Ayşe Nazli İlicak, Fevzi Yazici, Mehmet Ozdemir, Ayşenur Parildak, Abdullah Ozyurt, İbrahim Karayegen, Ali Akkuş, Mustafa Erkan Acar, Yakup Çetin, Vedat Beki, Aysel Işik.
(EA/YO)