Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî
Serokê Lijneya Îcrayê ya Cumhuriyetê Akin Atalay vegeriya Tirkiyeyê û li Balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin.
Akin Atalayê ku birine ofîsa polîsan dê piştre jî bibin Mudiriyeta Emniyeta Stenbolê.
Çi bûbû?
Di operasyona bi ser Cumhuriyertê de polîsan di 31ê Cotmehê de avêtibûn ser mala Akin Atalay jî.
Li gorî nûçeya Cumhuriyetê Komeleya CHPê ya Kolnê û Navenda Çanda Nazim Hikmet ji bo bîranîna Tarik Akan wî diyariyê Almanyayê kiribûn û ew jî bo vê yekê çûbû wir û dema serdegirtinê de ew li mala xwe nebû.
Pişt re dozgeriyê derbarê Atalay de biryara girtinê da.
Akin Atalay di peyama xwe ya şandibû de gotibû ku ew dê vegere Tirkiyeyê.
(BK/YO)