Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
UNESCOYê di Roja Cezanekirina Sûcên li dijî Rojnamegeran(2ê Çiriya Paşiyê) raporek belav kir.
Li gor rapora Sekreteriya Giştî ya UNESCOyê eşkere kirî, di 10 salên paşiyê de ya kêm 827 rojnameger hatine kuştin, 8 ji wan ji tirkiyeyê ne.
Di rapora UNESCOyê de navê van rojnamegeran hene:
Mustafa Cambaz (2016), Rohat Aktaş (2016) Zahir el Şerkat (2016), Naci El Jerf (2015), İbrahim Albulkadir (2015), Firaz El Hamadi (2015), Cihan Hayırsevener (2009), Hrant Dink ( 2007) ve Ahmet Taner Kışlalı (1999).
Di sala 2015ê de 115 rojnameger hatine kuştin
Beşên rapora 20 rûpelî ev in:
*Di salên 2014 û 2015ê de 213 rojnameger hatine kuştin. Di sala 2014ê de 94, di sala 2015ê de 115 rojnameger hatine kuştin.
*Li rojhilata Navîn79, li Karayîpan û Emerîkaya Latîn 51, li Asyaya Pasîfîkê 34, li Efrîqayê 27 li Navend û Rojhilatê Ewropayê 12, li Rojavayê Ewropayê û Amerîkayê 11 rojnameger hatine kuştin.
*Hejmara rojnamegerên hatîn kuştin hindik jî be zêde bûye.
Ji sedî 90ê rojnamegerên hatîn kuştin ji medyaya herêmî ne
* Ji sedî 90ê rojnamegerên hatîn kuştin ji medyaya herêmî ne. Rojnamegerên serbixwe rojnamegerên bêparastin in.
Di salên 2014-2015ê de 40 rojnamegerên serbixwe hatine kuştin.
Herî zêde medyakarên xebatkarên televizyonan hatine kuştin
*Digel ku di 10 salên paşiyê de pirtir xebatkarên rojnameyan hatine kuştin jî bi giştî herî zêde xebatkarên televizyonan hatine kuştin.
*Herî zêde rojnameger li Sûriyeyê hatine kuştin. Di sala 2014ê de 16, di sala 2015ê de 13 rojnameger hatine kuştin.
Encam
*Medya û azadiya ramanê hatiye dorpêçkirin.
* Di 10 salên paşiyê de 827 rojnameger hatine kuştin
*Lêpirsîna kuştina ji sedî 8ê rojnamegeran temam bûye.
Hemîya raporê li vê derê ye.(EA/MB)