Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê John Kirby got: “Zextên fermî yên li ser çapemeniya mixalîf me dixe nava endîşeyek mezin.”
Di civîna çapemeniyê ku li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hat lidarxistin de Berdevkê Wezaretê John Kirby derbarê serdegirtina rojnameya Cumhuriyetê û binçavkirina rojnamegeran de axivî.
Kirby wiha got: “Em rêzdigrin ku Tirkiye hewl dide ku sûcdarên hewldana derbekirina 15ê Tîrmehê bibîne û dad bike. Lêbelê Amerîka ji ber zextên fermî ku li ser çapemeniya mixalîf me tê kirin, di nava endîşeyeke mezin de ye.”
(ÇT/YO)