Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polêsan duh êvarê li Enqereyê bi ser buroya DÎHAyê de girtin û deriyê wê morkirin. Tûtiya bi navê Tolaz ku li buroyê bû, bi ser de derî hatiye morkirin û xebatkarên DÎHAyê niha hewl didin ku wê ji hundir derxin.
Nûçegihanê DÎHAyê yê Enqereyê Hayrî Demir derbarê mijarê de ji bianetê re axivî û got ku bêyî ti agahiyeke derê buroya wan hatiye morkirin û tûtîya (papagan) wan ê bi navê Tolaz jî di hundir de asê maye.
“Bêyî ti agahî bidin hatin”
Bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de ku di 29ê Cotmehê de hatibû îlankirin ve Ajansa Nûçeyan a Dicleyê jî hatibû girtin û piştre bi ser buroyên ajansê yên li Sêmsûr, Amed û Agiriyê ve girtibûn û deriyên wan hatibûn morkirin.
Hayrî Demir ku got ku ew jî li bendêbûne ku buroya wan ê li Enqereyê were morkirin lê texmîn nekirine ku ev yek bêyî agahîdayînê pêkwere û wiha got:
“Me duh êvarê deriyê buroyê girt û em derketin. Derbarê hemû buroyên me de biryara destdanîn û morkirinê hatibû dayîn. Bêyî ti agahî bidin, bi awayekî korsanî destdanîne ser hacetên buroyê û deriyê wê mor kirine. Me bîhîst ku polês û mufetişên maliyeyê hatine, nifteya derî guhertine û çûne.
“Buroya Enqereyê, ji damezirandina ajansê (2002) vir ve vekirîbû. Nûçegihanên me yên ku di warê polîtîka, ekonomî, dadwerî û jinê de dixebitîn, hevalên me yên ku di beşa Kurdî de dixebitî û şefê me yê nûçeyan.. Em bi tevahî 10 kes bûn ku li wir dixebitîn.”
“Eger kes bi Tolaz re neaxive, aciz dibe”
#TolazaÖzgürlük pic.twitter.com/YKgppuu0wL
— Deniz Nazlım (@deniz_nazlim) 1 Kasım 2016
Hayrî Demir got ku wî çûka xwe ya bi navê Tolaz ku li mala xwe xwedî dike û ji ber nava rojê kes li malê nîn e, 25 roj ewil biriye buroyê û wiha got:
“Ew gelek delal e. Ji qefesê zêdetir li derdor digere. Dema dengê zîl û telefonê dihat û mûzîk lê dida wî govendê dikir.
“Em ji girtina buroyê zêdetir, li ber Tolaz ketin ku ew li hundirê buroyê asê maye û derî jî bi ser wê de hatiye morkirin. Hundirê buroyê sar e. Em hewl didin ku wê ji hundir derxînin. Dê parêzerên me jî bo wê bikevin dewrê.”
(BK/YO)