Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji Ji bo lêpirsîna derbarê rojnameya Cumhuriyetê de biryara veşartinê hat dayîn.
Di çarçoveya wê lêpirsînê de polîsan îro bi ser avahiya Cumhuriyetê de girt. Di encama serdegirtinê de xebatkar, nivîskar û rêvebirên rojnameyê jî tê de 16 kes hatin binçavkirin.
Heta niha navên van kesan ku hatine binçavkirin gihştin destê me: Murat Sabuncu, Bulent Yener, Turhan Gunay, Aydin Engin, Eser Sevinç, Hakan Kara, Hikmet Çetinkaya, Musa Kart, Bulent Utku, Guray Oz, Mustafa Kemal Gungur, Onder Çelik, Musa Kart.
Guray Oz piştî ku li Enqereyê hat binçavkirin, polêsan wî tînin Stenbolê.
Orhan Sevinç jî ji ber temenê emrê xwe nehat binçavkirin lêbelê, polîsan li mala wî jî lêgerînan kirin.
Nivîskarê rojnameyê Can Dundar jî ji ber ku li derveyê welêt e, derbarê wî de biryara girtinê hat derxistin. Biryar hatiye dahyîn ku li mala Can Dundar jî lêgerîn were kirin lê, pişt hevsera wî ji Îzmîrê bizivre were Stenbolê wê paşê polîs têkeve malê.
Polîsan li malên Turhan Gunay û Hakan Kara jî lêgerîn pêk anîn û dest danîn ser komputeran 3u birin emniyeta Vatanê.
Derbarê xebatkarê Cumhuriyetê Muslim Ozişik de jî biryara binçavkirinê heye.
(EA/YY/YO)