Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan bi ser mala berpirsê weşana giştî Murat Sabûncû, berpirsê lijneya îcrayê Akin Atalay û endamê dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhurîyetê Guray Oz de girtin, Sabuncu û Oz desteser kirin.
Ji ber ku Akin Atalay li derveyî welatî ye biryara desteserkirina wî hatiye dayin lê nehatiye desteserkirin.
Li mala Hikmet Çetînkaya yê nivîskar polîs lêgerînê dike.
Li gor nûçegihana Cumhuriyetê Canan Coşkunê serdozgerîyê bi nivîsekê eşkera kiriye ku birêvebirên Weqfa Cumhuriyetê ‘’ji ber piştgirîdana PKK/KCK û FETO/PYD’’ û ‘’ji beriya derbeya leşkerî nûçeyên pesnên derbeyê dide çêkirine’’ hatine desteserkirin.
(NV/MB)