Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan bi ser IMCyê de girtin û di çend rojinan de hinek wêneyên tam li dijî hev hatin girtin.
Di nîvroyê de xebatkarên RTUKê(Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan) digel polîsan dema IMC TVyê weşana zindî dikir weşana wê sekinand û deriyê kontrola weşanê mor kir.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 668. weşana saziyên bi Tevgera Fethûllah Gûlenî re têkildar girtibûn.
Di 28ê Îlonê de û ji wê demê pê ve saziyên bi Fethûllah Gûlenî re ne têkildar jî hatin girtin.
Ji wê demê ve xebatkarên IMCyê li bendê bûn ku polîs bi ser saziya wan de bigirin.
IMC TVyê di 1ê Gulana 2011ê dest bi weşanê kiribû û di 26ê Sibata 2016ê de TURKSATê weşana wê sekinandibû.
IMCyê weşana xwe li ser Hotbird û înternetê didomand.
Hûseyîn Aldemîrê wênegir di roja pêşiya biserdegirtinê û piştî bisergirtinê de wêneyên IMCyê û xebatkarên wê girtine.