Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Dozgeriya Stenbolê bi tometa ‘’belavkirin û çapkirina weşanên rêxistina terorî’’ doz li herdu rojnamegerên Nadîre Mater û Tugrûl Eryilmazî vekir ku ew ji bo hevgirtinê bûbûn berpirsên nobedar ên weşana Ozgûr Gûndemê.
Dozgerê Murat Inam bi tometa ‘’belavkirin û çapkirina weşanên rêxistina terorî’’ û ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ doz li berpirsa projeya bianetê, Nadîre Materê vekir û Dadgeha 22. a Cezayên Giran doz qebûl kir.
Dozgerî Mater û Eryilmaz tometbar kir ku wan nivîsên ‘’pesindarî û piştevaniya kiriyarên tûndkar û zordar ên rêxistina terorî ya PKK/KCK û rêxistinên jêrsîwana wê’’ belav kirine.
Tugrûl Eryilmaz dê di 22yê Çiriya Paşiyê de bê dadkirin, roja dadkirina Nadîre Materê nedîyar e. (ÇT/MB)