Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
BTKyê(Saziya Teknolojîyên Zanistan) malperên IMC TV, Ozgûr Radyo û Hayatin Sesîyê asteng kirin.
Saziya Teknolojîyên Zanistan li ser malperan daye zanîn ku ‘’ji bo tedbîrên îdarî’’ malper hatine astengkirin.
Bi bikaranîna VPNyan malper dikare bê vekirin.
Weşana herêmî û li ser înternetê ya Ozgûr Radyoyê didome.
Çi bûbû?
Li gor Ajansa Anadolûyê, biryara girtina rojnameyan ew biryar e ku pişrî îlankirina Rewşa Awarte hatibû îlankirin.
Bi wê biryarnameyê 3 Ajansên nûçeyan, 16 televizyon û 23 radyo hatin girtin û wek sebeb hat nîşandan ku têkiliya wan saziyan bi Cimaeta Fethûllah Gûlenî re heye.
Bi biryarnameyê wezîr dikarin biryara girtina qenalan bide.
Piştî biryar ji bo TURKSATê hat şandin wê weşana wan saziyan sekinand û polîs û xebatkarên maliyeyê çûn avahiyên wan saziyan.(EA/MB)