Ji bo nûçeya Tirkî / İngilizî bitikîne
TURKSATê weşana YON Radyoyê sekinand. Serokê dîwana birêvebiriya YONê, Yûksel Mensûr Kiliçî gotiye ‘’stran nayên sekinandin’’ weşana li ser FMê didome.
Kiliçî da zanîn ku TURKSATê di şeva 28ê Îlonê de weşana radyoyê ya li ser seteleytê sekinandiye. Weşana li ser FMê didome.
Hayatin Sesî, Azadî TV, Jiyan TV, Van TV, TV10, Denge TV û Zarok TV jî tê de weşana hin* televizyonan a li ser TURKSATê di 28ê Îlonê de hatibû sekinandin.
*Hejmara televizyonên weşana wan a li ser TURKSATê hatî sekinandin ne dîyar e. Parlamentera HDPyê Feleknas Ûcayê pirsnameyek ji bo Parlamentoyê nivîsî û xwest bersiv bê dayin ka weşana çend televizyonan hatiye sekinandin, kê sekinandine û çima sekinandine.(ÇT/MB)