Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Saziya medyayê ya Almanyayê, Deutsche Welleyê(DW) ji ber ku wezîrê Werzîş û Ciwaniyê dest danibû ser dîmenên bernameya wan a bi navê Conflict Zoneyê, doz li wezîrî vekir.
Li gor nûçeya DWyê ji ber ku wezîrê Werzîş û Ciwaniyê, Akîf Çagatay Kiliçî dest danibû ser dîmenên wan, dan li Dadgeha Enqereyê doz li wezîrî vekiriye.
Lijneya Weşanê piştgirî da dozvekirinê
Serokê Lijneya Weşana DWyê, Piskopos Karl Jüstenî got:
‘’ Em piştgirên azadiya bê hed û hesab a medyayê ne. Têkiliyên Tirkiyeyê yên digel Ewropayê gelek xurt in. Ev yek jî we dike ku divê rêzê li mafekê bingehîn ê demokrasîyan bigire. Cihê fikarê ye ku DWyê ji bo dîmenan doz li wezîrî vekiriye.’’
Çi bûbû?
Deutsche Welleyê daxuyandibû ku wan ji bo bernameya xwe ya Conflict Zoneyê bi Wezîrê Werziş û Ciwaniyê, Akif Çagatay Kiliç re li avahiya wezaretê hevpeyvîn kirine lê piştî hevpeyvînê bi dîrektîfa Kiliç bi xwe, xebatkaran dest danîne ser qeydên hevpeyvînê.
Li gorî daxuyaniya DWê ji ekîba hevpeyvîn kirine re hatiye gotin ku heta ew qeydên dîmenên hevpeyvînê radestî wan nekin, ew nikarin ji avahiya wezaretê derkevin.(UB/YY/MB)