Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EFC), Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFC) û Indexê ji ber ku li Wezareta Werzişê dest danîn ser qeydên roportajê yê Deutsche Welleyê, giliya Tirkiyeyê bi Konseya Ewropayê kir.
Li gorî nûçeya DWê Wezîrê Werzişê Akif Çagatay Kiliç beşdarê bernameya Conflict Zoneyê bûye û pirsên Michel Friedmanê bersivandine. Di wê hevpeyvînê de derbarê hewldana derbeya leşkeriya 15ê Tîrmehê, binçavkirinên piştre, jikarderxistin, rewşa medyayê û jinan de pirsan ki Kiliç hat pirsîn.
Hat ragihandin ku piştî hevpeyvînê wezîfedarên wezaretê dest danîn ser qeydên dimenên hevpeyvînê û yên pêk hatine jî “îxlalkirina azadiya çapemeniyê” hat bi navkirin.
Çi bûbû?
Deutsche Welle (DW) yek ji saziyên medyaya bi nav deng ya Almanyayê û bernamevanên wan Michel Fridman li Enqerê bi Wezîrê Werzişê Akif Çagatay Kiliç re hevpeyvînê kirin. Piştî hevpeyvîn bi dawî bû bi biryara Wezîr Kiliç ve wezîfedarên wezaretê dest danîn ser qeydên hevpeyvînê.
DWê ragihand ku pilansaziya hevpeyvîna 5ê Îlonê beriyê de ji wezaretê re hatiye şandin.
Mudirê Giştî yê DWê Peter Limbourg destnîşan kir ku li avahiyê de ji xebatkarên wan re hatiye gotin ku eger qeydan radestî wan nekin ew nikarin ji wir derkevin û vê yekê şermezar kir.
(YY/YO)