Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
5. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê piştî 13 rojan îtîraza ji bo nivîskar û endama Lijneya Şewira Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan a girtî serbest bê berdan red kir.
Dadgeh: Biryar di cî da ye
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA) di biryara redkirinê ya dadgehê de wiha gotin:
“Jor û bin hedên cezayê ya ji bo sûcê ku derbarê gumanbar de tê xwestin li ber çavan were girtin, biryara girtinê di cî da ye. Serbestberdana gumanbar, ji bo zelalkirina sûcê nebaş e.”
Piştî ku di 16ê Tebaxê de derbarê Rojnameya Ozgur Gundemê de biryara girtinê hatibû dayîn û polîsan bi ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê de girt. Di wê çarçoveyê de Asli Erdogan jî li mala xwe hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin.
Asli Erdogan kî ye? |
Ji Lîseya Amerikan Robertê û Zanîngeha Bogaziçiyê destûr girt. Mastera xwe li CERNê (Conseeil Europeen pour la Recherche Nucleaire) kir. Li Rio de Janerioyê dest bi doktorayê kir lê perwerdehiya xwe berda û dest bi nivîskariyê kir. Di sala 1994an de pirtûka wê ya yekem derket. Deutsche Welleyê di sala 1994an de pêşbaziya çîrokan lidar xist û di wê pêşwaziyê de çîroka Erdogan ya Teyrên Texte (Tahta Kuşlar) di encama nirxandinê de weke çîroka yekemîn hat bijartin û bi 9 zimanî jî hat çapkirin. Romana wê ya bi navê 'Kirmizi Pelerinli Kent' (Bajarê bi Pelerina Sor) li Noreveçê weke pirtûkên sereke hat bijartin. Çiroka wê ya bi navê Girtî (Mahpus) li Fransayê kirine fîlm. Herwiha di sala 2010an de hêjayî Xelatê Yunus Nadiyê (Mucizevi Mandarin), di sala 2011an de jî hêjayî Xelatê Sait Faik Abasiyanik (Taş Bina) hat dîtin. Asli Erdogan beriya niha nivîskara rojnameya Radikalê bû niha jî nivîskara Ozgur Gundemê ye. |
(AS/YO)