Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Tugba Tekereka rojnameger dema ku ji bo çêkirina nûçeyekê wêne digirtin hatibû desteserkirin, serdozgerî bêyî îfadeya wê bistîne biryara serbestberdana wê da.
Tekerekê îfadeya xwe daye navenda polîsan. Hêj dozgerê Serdozgeriya Stenbolê îfadeya wê nestandî biryar da ku ew bê serbestkirin.
Parêzerê Tekerekê, ji bianetê re got: ‘’ Desteserkirina wê ew qasê der-qanûnî ye ku dozgerî îfadeya wê nestand.’’
Tugba Tekerek kî ye?
Rojnamegera serbixwe ye.
Di sala 2006ê de li Rojnameya Milliyetê wê dest bi rojnamegeriyê kiriye. Di salên 2008-2014ê de li Rojnameya Tarafê xebitiye. Tekerek di P24ê de dinivîse.
Wêne: Helin Yildirim