Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hejmara ‘’Fa’il heman kes e, armanc heman tişt e’’ ya Rojnameya Ozgûr Gûndemê ya ku Rojnameya Atilimê ji bo hevgiriyê wek pêvekekê derxistibû dê bê komkirin.
Li gor nûçeya ETHAyê ne dîyar e ka kîjan dadgehê biryara komkirina wê daye.
Rojnameya Atilimê ji 16ê Tebaxê ve pêvekeka bi navê ‘’Ozgûr Gûndem’’ê derdiêxe.
Çi bûbû?
Dadgeha Cezayan a Sûlhê ya 8. di 16ê Tebaxê de biryar daye Rojnameya Ozgûr Gûndemê bê girtin.
Di biryarnameyê de hatiye dîyarkirin ku biryara girtina rojnameyê demkî ye lê nehatiye eşkerekirin ka dê heta kengê girtî be.
Piştî biryarê Hêzên Taybet ên polîsan bi ser navenda rojnameyê de girtiye. Polîsan qeyda sûcan a xebatkaran kontrol kiriye û 22 ji xebatkaran desteser kirine. (EA/MB)