Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
43 xebatkarên TRTyê yên ku di çarçoveya lêpirsîna der heqê teşebûsa derbeyê ya FETOyê ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê kirin de li avahiya Midûriya Giştî ya TRTyê hatibûn binçavkirin, anîn Dadgeha Enqereyê.
Ji 43 gumanbarên ku di nav wan de spîker û mifetîş jî hene 4 kes piştî lêpirsîna dozgeriyê serbest hatin berdan.
Piştî miameleyên li dozgeriyê 24 kes ji bo ku bên girtin, 15 kes jî ji bo ku bi şertê kontrola edlî serbest bên berdan sewqî dadgeriya cezaya silhê kirin.
Dadgeriya cezaya silhê jî biryar da ku ji gumanbaran 19 kes bên girtin, 20 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest bên berdan.
Di wê nûçeya AAyê de navên kasên ku hatine girtin nehate gotin.
(EA/YO)