Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameya Ozgur Gundemê ji hêla 8. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê ve hat girtin.
Biryara girtinê hêj kuy negihiştibû rojnameyê bi xwe, di Yenişafakê de cih girt. Di wê biryara hatiye dayîn de wiha hat gotin:
‘Di biryara girtina rojnameyê de ev tişt hat gotin: "Li gorî dîroka 16ê Tebaxa 2016an a Buroya Çepemeniyê ya Serdozgerê Komarê yê Stenbolê û li gorî lêpirsîna bi hemara 16/95651an a nivîsa Serdozgerê Komarê, rojnameya bi navê Ozgur Gundem a rojane weşanê dike, her dem propagandaya rêxistina Terorê ya PKKê dike û bi îdiaya li gorî rêxistina terorê ya çekdarî weşanê dike der barê rayedaran de li gorî madeya 7/2 a qanûna bi hejmara 302/1, 314/2 220/1,2K 3713an a TCKê lêpirsîn hatiye vekirin, li gorî fikraya xala 28an a Makeqanûna TCyê bi awayekî demborî biryara girtinê hatiye dayîn, dosyaya lêpirsînê hat lêkolînkirin."
haberden gerçekten korkan AKP, Gerçeklere yazan gazetemiz Özgür Gündem'i kapattırdı. Gerçekler Karanlıkta Kalmayacak pic.twitter.com/dCtKdDy7gE
— Bayram Balcı (@zerdusti) 16 Ağustos 2016
Kaya: Bi firsenda OHALê organên muxalif tên girtin
Berpirsa Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Zana Kaya ji bianetê re li dijî biryara girtinê re bertek nîşan da û wiha got:
‘Hêj ti teblîgat negihiştiye destê me. Me jî wî agahiyê ji medyaya nêzî hukimetê bihîst. Bi taybetî piştî 24ê Tîrmehê li Kurdistanê şerên dawî dest pê kir, zextê û zordariyên li se me jî gelek zêde bûn. Derbarê me de gelek doz hatin vekirin. Lêbelê piştî 15ê Tîrmehê OHAL hat ragihandin. Makeqanûn bi temamî ji holê hat rakirin. Me pê dizanibû ku di vê rewşa hanê de wê hukimert mudaxeleyê li maxalîfan bike. Em vê yeke weke firsendperest bi nav dikin. Piştî vê biryarê jî çi dibe bila bibe, lê em ê her tim mafê ragihandinê ya civakê her tim bibarêzin.’