Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Duh li Amedê piştî ku li nêzî Pira Deh Deriyê teqîn pêk hat û di encamê de 5 sivîlan canê xwe ji dest dan; rojnamegerên Hasan Akbaş, Firat Topal, Serpil Berk û Sertaç Kayar ku ji bo nûçeçêkirinê xwestin biçin cihê bûyerê, ji hêla polêsan ve hatin binçavkirin.
On gozlu kopru deyim polis araclarini gecisi sirasinda siddetli patlama yasandi. Cok sayida kisi yerlerde.
— Hasan Akbaş (@HasanAkbas_) 10 Ağustos 2016
Rojnameya Evrenselê daxuyand ku nûçegihanên wan Akbaş, Topal, Berk û rojnamegerê serbixwe Sertaç Kayar birine Mudiriyeta Emniyeta Amedê û ew niha li Şaxa Terorê binçavkirîne.
Berpirsê Weşana Giştî yê Evrenselê Fatih Polat bi Mudirê Çapemeniyê yê Walîtiya Amedê Mustafa Çakmak re di telefonê de axivî. Çakmak gotiye ku rast e ew rojnamegeran hatine binçavkirin û niha dozgeriyê derbarê wan de lêpirsîn daye destpêkirin.
Kincên rojnamegeran ji wan hatine derxistin û şandine krîmînalê.
Evrenselê di çapa xwe ya îro de diyar kir ku wan bi Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen re axivîne wan jî teyît kirine ku ew rojnamegeran hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku ew rojnamegeran bi talîmata dozgeriyê ve hatine binçavkirin û dê baro bi vê mijarê ve eleqedar be.
Parlementerê Stenbolê yê CHPê Bariş Yarkadaş jî ragihand ku wî bi walîtiyê re axiviye û ew jî wê mijarê dişopîne.
(AS/YO)