Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Me manşetên medyaya nêzî hukimetê yên di 25ê Cotmeha 2015an de piştî xistina balafira Rûsyayê û manşetên wan ên îro ji bo we berhev kir.
Rojnameyên Sabah, Yeni Şafak, Star, Akşam, Guneş, Takvim, Akit û Turkiye di 25ê Cotmeha 2015an de xistina balafira Rûsyayê bi manşetên wisa anîn ziman ku gotin û helwesta wan li dijî çapemeniya aştîxwaz bû û li hemberî Rûsyayê zimaneke dijminatî bi kar anîbûn. Lêbelê îro manşetên berovajiyê wê demê anîne ziman.
Heman rojnameyan piştî 9 mehan di manşetê xwe de gotin: ‘Em li ku mabûn’.
Manşeta Sabahê ya îro: ‘Bi Rûsyayê re serdema duyem: Di warê parastin, veejenî, tûrîzm û îxrackirinê de hevkariya bi temamî – JI BERÊ JÎ BI HÊZTIR E’
Manşeta Sabahê ya 25ê Cotmehê: ‘Me 10 caran wan şiyar kir, guneh di situyê wan de ye’
Manşeta Guneşê ya îro: ‘Em li ku mabûn’
Manşeta Guneşê ya 25ê Cotmehê: ‘’Ew gelek deliqîbûn, ya ku pêwist bû hat kirin’
Manşeta Akşamê ya îro: ‘Dostaniya Stratejîk’
Manşeta Akşamê ya 25ê Cotmehê: ‘Wan sebra me ceribandin’
Manşeta Akitê ya îro: ‘Cemed qelişîn (aşbûn)’
Manşeta Akitê 25ê Cotmehê: ‘Wan îxlal kir, me jî xist’
Manşeta Starê ya îro: ‘Hevdîtina Dîrokî – EM LI KU MABÛN’
Manşeta Starê ya 25ê Cotmehê: ‘Rûsyayê bend şikan, me jî lêxist’
Manşeta Takvimê ya îro: ‘Xeta Dostanî’
Manşeta Takvimê ya 25ê Cotmehê de: ‘Sînor îxlal kir, me jî lê xist’
Manşeta Turkiyeyê ya îro: ‘Tirkiye û Rûsya aşbûn – Temîrkirina bi lez’
Manşeta Turkiyeyê ya 25ê Cotmehê de: ‘Balafirên F-16 balafira Rûsyayê xist – Me şiyar kir û xist’
Manşeta Yeni Şafakê ya îro: ‘Serdema înşakirina nû – BIRYARÊN PETERSBURGÊ’
Manşeta Yeni Şafakê ya 25ê Cotmehê de: ‘Me şiyar kir û lêxist’
(EKN/YO)