Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî birikîne
Nivîskarê rojnameya Zamanê yê berê Mumtazer Turkone jî di nav de 12 rojnamegerê ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê di çarçoveya lêpirsîna li dijî cemaeta Fetullah Gulenî hatibûn binçavkirin, îro hatin girtin.
Li hemberî xebatkarên rojnameya Zamanê yê berê de lêpirsîn hatibû vekirin û di wê çarçoveyê de derbarê 47 rojnamegeran de biryara binçavkirinê hatibû dayîn.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Stenbolê ve hatibû vekirin de 14 rojnamegerên hatibûn binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî rûniştina li dadgehê derbarê 12 kes hatin girtin û 2 jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Dadgehê derbarê Alaattin Guner, Şeref Yilmaz, Ahmet Metin Sekizkardeş, Faruk Akkan, Mehmet Ozdemir, Fevzi Yazici, Zafer Ozsoy, Cuma Kaya û Hakan Taşdelen de bi hinceta ‘endamên rêxistina çekdarî ne’; derbarê Mumtazer Turkone de bi hinceta ‘Xizmeta armanca FETOyê dike’ û derbarê Huseyîn Turan û Murat Avcioglu de jî bi hinceta ‘ne endamên rêxistinê ne lê dîsa jî alîkariyê dane wan’ hatin girtin.
Osman Nurî Ozturk û Osman Nurî Aslan jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan lê derketina wan ê derketina derveyê welêt hat qedexekirin.
Li gorî Rapora Çavdêriya li Medyayê yên dawiyê jî di nav de hejmara rojnamegerên girtî bû 72.
Çi bûbû?
Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê di çarçoveya lêpirsîna li dijî cemaeta Fetullah Gulenî de derbarê 42 rojnamegeran de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Piştre derbarê 47 xebatkarên rojnameya Zamanê de jî biryara binçavkirinê hatibû dayîn.
Di 25ê Tîrmehê de ji 42 rojnamegerên ku derbarê wan de biryara binçavkirinê hatibûn dayîn 18 ji wan hatibûn girtin.
Di 30ê Tîrmehê de 6 rojnameger û nivîskarên rojnameya Zamanê yê berê jî piştî sewqî dadgehê hatibûn kirin, ew jî hatibûn girtin.
(NV/YO)