Ji bo rapora Tirkî bitikîne
Dema ku Tirkiyeyê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê ji bo Akademîsyenên Aştîxwaz û mafparêzên bi awayekê sembolîk piştgirî dabûn Ozgûr Gûndemê jî bi kar anî, ciwatên navneteweyî, mûxalefet û tevgerên mafparêz bi awayekê hişk nerazîbûna xwe dîyar kir.
Sê mehan piştî serbestberdana birêvebirên Cumhurîyetê, vê carê pispora tiba dadî/edlî, Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, nivîskar û rojnameger, Ahmet Nesîn û raportorê bianetê û serokê RSFyê Erol Onderoglû hatin girtin. Ev yek li demek weha hat kirin ku Fesla 33. ya ‘’Biryarên Li Ser Bûtçe û Rewşa Malî’’ nehatibû eşkerekirin û têkiliyên bi Yekîtîya Ewropayê re baş bûn, Tirkiyeyê dixwest dîsa bi Îsraîl û Rûsyayê re têkiliyên dostane dane.
Ji bo mezinkirina înfografîkê bitikîne |
Hikûmeta Tirkiyeyê pêşniyarên Lijneya Venedîkê piştguh kirin û Rapora Geşepêdana Tirkiyeyê li Birûkselê vegerand.
Demek weha hat ku bi taybetî parlamenterên parêzbendiya wan hatî rakirin ên mûxalefetê, ew kesên mafparêz û rojnameger ketin di bin metirsîya girtinê de.
Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê ya Nîsan-Gulan û Hezîrana 2016ê nîşan dike ku rojnamegeran du caran bi tehdîda girtina heta hetayê û bi tehdîda girtina 2.679 sal û 10 mehan karê xwe kirine. Bi tenê ji ber ‘’heqareta li serokkomarî’’ 7 kesên 5 ji wan rojnameger in, 3 sal, 8 meh û 4 roj cezayê mana di girtîgehê de(2 sal û 11 mehan hat bipaşdedan) û 31 hezar û 500 Lîre jî cezayê dayina pereyan xwariye.
Rapor nîşan dide ku li gor heman mehan par êrîş li 20 rojnamevanan hatibû kirin îsal li 28 rojnamevanan hatiye kirin, par 30 rojnamevan hatibûn desteserkirin îsal 33 hatine desteserkirin hejmara rojnamegerên di girtîgehan de par 23 bûn îsal bûye 32.
Sernivîsên Rapora Çavdêriya li Medyayê
Di Rapora Çavdêriya li Medyayê de, ev beş hene; ‘’rojnamegerên hatîn kuştin’’, ‘’rojnamegerên di girtîgehan de’’, ‘’ astengkirin, tehdîdkirin û êrîş’’, ‘’lêpirsîn, dozên hatîn vekirin û yên dom dikin, biryar’’, ‘’heqaret, mafên kesane, dozên ji bo standina tezmînatê’’,’’qedexekirin, komkirin, girtin’’, ‘’Dadgeha Qanûna Bingehîn’’, ‘’Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê’’, ‘’Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan/RTUK.’’
Di sê mehan de dozên bi Qanûna Cezayan ya Tirkan û Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê dom kirin. Di vê demê de rojnameger xebatkar û belavkarên medyayê bi tometa ew bi rêya rojnamegeriyê ‘’endamên rêxistina çekdar in’’, ‘’alîkariyê didin rêxistina terorî’’,’’rêxistîkirina rêxistinekê, veguhestin û birêvebiriya wê’’ hatin sûcdarkirin.
Rojnamegerên di girtîgehê de: Piraniya wan ji medyaya kurdan in
32 rojnameger û 10 belavkar di Tîrmeha 2016ê de hatine girtin. 22 ji wan rojnamegeran û hemî belavkar ji medyaya kurdan in. Ew bi hikmên Qanûna Cezayan ya Tirkan û Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê di girtîgehan de ne.
Ji bo tu lîsteya rojnamegerên di girtîgehan de bibînî, bitikîne
Di heman demê de, li sala 2015ê 23 rojnameger û 9 belavkar di girtîgehê de bûn; 13 ji rojnamegeran û hemî belavkar ji medyaya kurdan bûn.
32 ji rojnamegeran bi tometa ew endamêm KCK(Koma Civakên Kurdistnê), PKK(Partiya Karkerên Kurdistanê) û DYG (Ciwanên Welatperwer û Şoreşger) in, 2 ji wan bi tometa ew endamên MLKP( Partiya Marksîst û Lenînîst a Komûnîstan) yek bi tometa ew endamê FTO/PDY( Rêxistina Fethullahgir a Terorîstî/Rêxistîbûna Dewleta Paralel) yek bi tometa ew endamê/a DHKP-Cyê( Çepera Rizgariya Gelê Şoreşger), kesek bi tometa ew endamê/a Tevgera Berxwedanê ye kesek bi tometa ‘’sîxuriyê’’ kesek bi tometa ‘’bidestxistin û guhertina agahiyên nehênî’’ hatin dadkirin.
Ji 32 rojnamegeran ji bo 16 rojnamegeran biryara girtina wan(hikmê girtinê) hat dayin ji bo rojnamegerekî jî biryara girtîbûna wî(hikmê mehkûmiyê) hat dayin lê hê Dadgeha Bilind biryara xwe nedaye. Çar ji wan hê tên dadkirin, lêpirsîn li ser 11 rojnamegeran dom dike.
Lêpirsîna 6 rojnamegeran bi tometa ew ‘’endamên rêxistina terorî ne’’ lêpirsîna 2 kesan bi tometa hem ew ‘’endamên rêxistina terorî ne’’ hem jî ‘’propagandaya rêxistina terorî dikin’’ lêpirsîna kesekî/ê bi tometa ‘’alîkariya rêxistina terorî’’ lêpirsîna kesekî/ê bi tometa ‘’peydakirina belgeyên nehênî’’ û ‘’sîxuriyê’’ didome.
Înfazkirina rojnamegerê ji Sûriyeyê: Hejmara êrîşan ji 20ê bû 28
Di mehên Nîsan-Gulan û Hezîrana 2016ê de, êrîş li 26 rojnamegeran û navendeka rojnamegerîyê hatiye kirin. Rojnamegerek ji Sûriyeyê hat kuştin. Çar rojnameger û organeka medyayê hatin tehdîtkirin.
Di heman mehên 2015ê de êrîş li 18 rojnamegeran, nivîskarekê/î û wesayiteka karên medyayê hat kirin, 7 rojnameger, aktivîstekê medyaya civakî û 5 organên medyayê hatin tehdîtkirin.
Di sala 2015ê de bi temamî 3 rojnamegerên ji Sûriyeyê û nivîskarekê/a rojnameyan hatin kuştin. Êrîş li 64 rojnamegeran, 4 organên medyayê û nivîskarekî/ê hat kirin.
33 rojnameger hatin desteserkirin, 3 rojnameger hatin dersînorkirin
50 kesên 34 ji wan rojnameger in tometbar/gumanbar/mexdûrên ‘’Erdoganî’’ ne
Di mehên Nîsan-Gulan û Hezîranê de 5 rojnameger û karmendek bi xala 299. ya TCKyê(Qanûna Cezayan a Tirkan) û bi tometa wan heqaret li serokkomarê Recep Tayyîp Erdoganî kiriye 3 sal, 8 meh û 4 roj cezayê girtinê(2 sal û 11 meh hatine paşdedan) cazayê girtinê û 31 hezar û 500 TL (Lîreyên Tirkan) cezayê pereyî xwarine. 19 rojnameger, 8 endamên partiyên sîyasî, 1 parlamenterê kevin bi xala 299. têne dadkirin.
3 rojnamegeran bera’et kir. Dîsa bi xala 299. Ji bo 3 rojnameger û derhênerekî/ê doz hat vekirin. Serokkomariyê giliya serokê Partiya Komarî ya Gelan(CHP), Kemal Kiliçdaroglû û malpera Gerçek Gûndemê kir.
Rojnamegerek, cotyarek, sîyasetmedarek, parlamentrekê/a kevin, 4 kesan bi tometa wan bi rêya weşanan heqaret li serokwezîrê wê demê, Recep Tayyîp Erdoganî kiriye, 4 sal, 7 meh û 24 rojan bi cezayê gitinê û 3 hezar û 183 TL(Lîreyên Tirkan) bi dayina pereyan hatine cezakirin.
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar û serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglûyî bi tometa êrîşa li kesayetiya wan ji bo standina 100 hezar TLyan doz li hev vekirin.
Par di heman mehan de li ser 5 rojnamegeran bi tometa ‘’heqareta li serokkomarî’’ bi xala 299. doz hatibû vekirin, yek ji rojnamegeran bera’et kiribû û dadkirina 2 ji wan dom dikir. Her dîsa ji bo 9 rojnamegeran jî bi xala 299. a TCKyê doz hatibû vekirin.
Di heman demê de bi tometa ‘’heqareta li Erdoganî’’ ji bo 8 rojnameger, 2 rojname û parêzerekê 4 sal 6 meh û 10 rojan cezayê girtinê, 31 hezar û 860 TL jî cezayê dayina pereyî hat dayin.
Di sala 2015ê de bi temamî, 9 kesên 5 ji wan rojnameger bi xala 299. ya ‘’heqareta li serokkomarî’’ 10 sal, 8 meh û 22 roj cezayê girtinê hatine mehkûmkirin. 19 kesên 14 ji wan rojnameger û 2 karîkatûrîst in bi tometa dema Erdogan serokwezîr bû, heqaret lê kirine bi cezayê girtinê yê 10 sal, 9 meh û 27 rojan hatin mehkûmkirin. Par bi temamî 28 kesên 19 kes ji wan rojnameger û 2 kes ji wan karîkatûrîst in, bi tometa heqareta li Erdoganî hatine girtin.
9 biryarên qedexekirina weşanê hatin dayîn ; 7 nûçe û 26 sîte hatin sansurkirin
Di serdema Nîsan-Hezîrana 2016an de 9 caran biryara qedekirina weşanê, 1 qedekirina demkî, 1 feqmeyiliya akredîtasyonê pêk hat. 26 sîte, 10 hesabên Twitterê û 7 nûçe jî hatin sansurkirin. 180 pirtûk, kovareke, û kanaleke tvyê jî rastî sansurê hatin. Her wiha 4 bûyerên sansurê jî pêk hatin.
Di heman dema sala borî de 169 nûçe û nivîs, sîteyeke, fîlmeke, afîşeke, 12 vîdeo î hesabeke twitterê rastî sansurkirinê hatin; biryareke veşartinê jî hatibû dayîn. Herî kêm di 5 bûyeran de 20 saziyên medyayê rastî ferqmeyîliya akredîtasyonê hatin. Her wiha 3 bûyerên sansurê jî pêk hatibûn.
Di sala 2015an de bi temamî 6 biryarên qedexekirina weşanê, 5 biryarên veşartinê, 10 bûyerên ferqmeyîliya akresdîtasyonê pêk hatibûn. Her wiha 118 sîte, 353 hesabên twitterê, 399 nûçe û kuncenîvîs, 21 qanalên televizyonê 3u 2 rojnameger jî rastî sansûrê hatibûn.
Heqaret: 12 rojnameger hatin dadkirin, 4 ji wan hatin girtin
Di serdema Nîsan-Gulan-Hezîrana 2016an de 4 rojnameger bi temamî salek û 5.5 meh cezayê hepiskirinê û 43 hezar û 120 TL cezayê peredayînê ve hatin hatin mehkûmkirin. Rojnamegerek bereat bû û doza yekî jî bi awayî ‘efûya şertî’ betal bû. Derbarê 7 rojnamegeran de dozên cezayê ku hatibûn vekirin hêjî berdewam dike.
Di heman serdema sala borî de 5 rojnameger û sîteyekê de bi temamî 24 hezar û 630 cezayê peredayînê hatibû dayîn û dozên derbarê 8 rojnamegeran de jî berdewam dikir. Her wiha derbarê 3 rojnamegeran de biryara bereatê hatibû dayîn û derbarê 3 rojnamegerên din de jî dozên nû hatibû vekirin. Derbarê 4 rojnameger, nivîkarek û rojnameyek de jî bi doza tazmînatxwestina 1 milyon û 316 hezar TLyî hêjî berdewam dikir.
Di sala 2015an de bi temamî derbarê 15 rojnameger û siteyek de bi hinceta ‘heqaretê’ bi temamî 5 sal û 8.5 meh cezayê hepiskirinê û 48 hezar û 940 TL cezayê peredayînê hatibû dayîn. 3 rojnameger jî bi hinceta ‘êrişî mafên ferdî kirine’ bi temamî 14 hezar TL tezmînatdayînê ve hatibûn mehkûmkirin.
TMK/TCK: Ji bo rojnamegeran 2 cezayên hepskirina heta hetayê û 2680 sal cezayê hepiskirinê tê xwestin
Di serdema Nîsan-Gulan-Hezîrana 2016an de 56 rojnameger ji qanûna terorê (TMK) hatin dadkirin û derbarê wan de 531 sal cezayê hepiskirinê hat xwestin. Derbarê 6 rojnamegeran de bi temamî 15 sal cezayê hepiskirinê hat dayîn. Derbarê 14 rojnamegeran de dozên nû hat vekirin. Derbarê 4 rojnamegeran de di çarçoveya TMKyê de lêpirsînên nû hatin vekirin.
66 rojnameger bi hinceta ‘rêvebera/ê rêxistinê’, ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘alikarîdayîna ji bo rêxistinê’ hatin dadkirin û derbarê wan de bi temamî 1.685 sal cezyê hepiskirinê hat xwestin. Derbarê 5 rojnamgeran de cara yekem doz hat vekirin. 7 rojnameger bi hincetên ‘derbekirin’, ‘sîxurîbûn’ û ‘weşandina belgeyên derbarê ewlehiya dewletê’ dihatin dadkirin. 2 ji wan rojnamegeran re bi hinceta ‘temînkirin/weşandina belgeyên veşartî’ bi temamî 10 sal û 10 meh cezayê hepiskirinê hat dayîn.
7 rojnameger bi hinceta ‘îxlalkirina veşartiyê’ hatin dadkirin. Ji bo du kesên ji wan re salek 3u 8 meh cezayê hepiskirinê û 12.600 TL jî cezayê peredayînê hat dayîn.
5 rojnameger bi hinceta ‘tehrîkkirina bo kîn û dijminatiyê’ hatin dadkirin, derbarê 2 ji wan rojnamegeran de bi temamî 4 sal cezayê hepiskirinê hat dayîn.
5 rojnameger bi hinceta ‘bêrûmetkirina gelê tirk’; 5 rojnamegerên din ‘bêrûmetkirina nirxên olî’, hatin dadkirin. Di encama dadkirinan de derbarê 2 rojnamegeran de bi temamî 4 sal cezayê hepiskirinê hat dayîn.
Ji bo van hemû sûcan derbarê hemû rojnamegerên ku hatin dadkirin de bi temamî 2 cezayên muebet û 2.679 sal û 10 meh cezayên hepiskirinê hat xwestin. Di vê serdemê de li gelek deverên Tirkiyeyê derbarê gelek endamên Akademîsyenên Aştîxwaz de lêpirsîn dan destpêkirin.
Di heman serdema 2015an de 4 rojnameger ji qanûna terorê (TMK) bi daxwaza 127 sal cezayê hepiskirinê dihatin dadkirin. Rojnamegereke hollandayî jî di nav wan de dihat dadkirin û piştre bereat bû. Derbarê 12 rojnameger, 7 rojname û 4 kesên ku medyaya civakî bi kar tînin de ji TMKyê lêpirsînin nû dabûn destpêkirin. Derbarê 5 rojnameger û sîteyeke nûçeyan de bi temamî 24 hezar û 630 TL cezayê peredayînê hatibû dayîn. 8 rojnameger hê jî dihatin dadkirin. Her wiha 3 rojnameger bereat bûbûn, derbarê 3 rojnamegerên din de jî dozên nû hatibû vekrin.
Di çarçoveya doza Çapemeniya KCKê de derbarê 46 xebatkarên medyayê de bi hinceta ‘endamên rêxistinê ne’ bi temamî 460 sal cezayê hepiskirinê hat dayîn. 10 rojnamegerên din ji doza Odatvyê dihatin dadkirin û derbarê wan de jî bi hinceta ‘alîkarî dane rêxistinê’ 30 cezayê hepiskirinê dihat xwestin. Bi îdiaya ‘bêrûmetkirina nirxên olî’ dadkirina 2 rojnamegeran dest pê dikir. 3 rojnameger din bi hinceta ‘îxlalkirina veşartiyê’ dihatin dadkirin û derbarê 2 rojnameger û kovareke mîzahî de gilî hatibû kirin.
Di sala 2015an de bi temamî 3 rojnameger bi qanûna TMKê ve 6 sal û 4 meh cezayê hepiskirinê û bi 24 hezar TL cezayê peredayînê hatibûn mehkûmkirin. Derbarê 26 rojnamegeran de bi temamî 337 sal û 6 meh cezayê hepiskirinê dihat xwestin û dakirina wan dewam dikir. Derbarê 2 ji wan de dozên nû hatibûn vekirin û 2 rojnameger jî bereat bûbûn. Doza derbarê 18 rojnamegeran de hatibû vekirin û 135 sal ceza bo wan dihat xwestin, ji ber demboriyê betal bû û dosye hat girtin.
Li meclisê derbarê 152 parlementeran de 787 fezleke hatin amadekirin
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag daxuyand ku derbarê 152 parlementerên ku parêzbendiya wan hatine rakirin û derheqê wan de fezleke hatiye amadekirin de 117 dosye ji dozgeriyan re hatine şandin. Li meclisê derbarê 152 parlementeran de bi temamî 787 fezleke hatine amadekirin.
DMME û DMê 8 rojnamegeran mafdar qebûl kir
Di serdema Nîsan-Gulan-Hezîrana 2016an de Dadgeha Makeqanûnê (DM) derbarê serlêdana karkerek û mamosteyek de biryar da ku mafê wan ên xweîfadekirin û ragihandinê hatine îxlalkirin. DMê serlêdana bi hinceta ‘mafên wî yên ewlehî/xweîfadekirin/ragihandin tên îxlalkirin’ yê nûçegihanê rojnameya Tarafê Mehmet Baransu ku ji Adara 2015an vir ve girtî ye de jî biryar da û serlêdanê red kir.
Di serdema sê mehî de sansurkirina Turkcellê, qedexekirina rûpela soLê, neşopandina cinayeta Hrant Dinkê de serî li Dadgeha Makeqanûnê hat dayîn. DMê biryar da ku fiîla ‘heqaretên li dijî serokomar’ yê madeya 299. a TCKyê ji hêla esasê ve binirxîne. Her wiha Serokê Koma Weşanê ya Samanyoluyê Hîdayet Karaca jî li benda encama serlêdana xwe ye.
Di serdema Nîsan-Gulan-Hezîrana 2016an de Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) derbarê serlêdana rojnamegereke de bi hinceta ‘bêyî sedem hatiye binçavkirinû mafê wî yê azadiyê hatiye îxlalkirin’ 2 hezar avro cezayê peredayînê Tirkiyeyê mehkûm kir.
18 rojnameger ji kar hatin avêtin û 2 bername hatin girtin
Di serdema Nîsan-Gulan-Hezîrana 2016an de 16 rojnameger û xebatkarên medyayê ji kar hatin avêtin. Bernameyên 2 rojnamegeran jî hatin girtin. Sala borî di heman demê de herî kêm 82 rojnameger ji kar hatib3un derxistin û an neçar hatibûn hiştin ku ji kar derkevin. Di sala 2015an de bi temamî 348 rojnameger ji kar hatin derxistin.
RTUKê cezakirinê zêde kir
Lijneya Bilind ya Radyo û Televizyonê (RTUK) di serdema Nîsan-Gulan-Hezîrana 2016an de ji radyo û kanalên televizyonê re 15 cezayên hişyarkirin, 45 cezayên peredayînê û carek jî cezayê sekinandina weşanê dan. Di wê demê de ji radyo û televizyonan re bi temamî 4 milyon û 237 hezar TL cezayê peredayînê dan.
Di heman serdema sala borî de RTUKê ji televizyonan re 14 cezayên hişyarkirinê, 53 cezayên peredayînê; ji radyoyan re jî cezayeke hişyarkirinê û cezayeke peredayînê dabûn. RTUKê ji kanalên televizyon û radyoyan re 3 milyon û 137 hezar û 334 TL cezayê peredayînê dabûn.
Lijneyê di sala 2015an de bi temamî ji kanalên televizyonan re 69 cezayên hişyariyê, 168 cezayên peredayînê; ji radyoyan re jî 4 cezayên hişyariyê, 4 cezayên peredayînê dabûn. Di 2015an de ji saziyên weşanê re bi temamî 9 milyon û 905 hezar û 674 TL cezayê peredayînê dabûn.
(EO/BA/MB/YO)