Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna li dijî cemeat û rêxistina Fetullah Gulen ku piştî hewldana derbekirinê hatibû kirin destpêkirin de li Antalyayê 14 rojnameger hatin binçavkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) ji hêla Emniyeta Antalyayê ve operasyoneke hatiye lidarxisitin û di encamê de 14 rojnameger hatine binçavkirin.
Di nav kesên binçavkirî de Tuncer Çetinkaya ku beriya kayumşandinê berpirsê rojnameya Zamanê yê herêma Antalyayê bû jî heye.
Navê kesên binçavkirî wiha ne: Olgun Matur, Cihat Unal, Kenan Baş, Ozkan Mayda, Onur Fazil Soydal, Eda Akilli Şanli, Osman Yakut.
Derbarê 42 rojnamegeran de biryara binçavkirinê hat dayîn
Li ser daxwaza Cîgirê Serdozgerê Bûroya Sûcên Rêxistinî û Terorî İrfan Fidan derbarê 42 rojnamegeran de biryara binçavkirinê hatibû dayîn.
Kesên ku derbarê wan de biryara binçavkirinê hene wiha ne:
Abdullah Abdulkadiroglu, Abdullah Kiliç, Ahmet Donmez, Ali Akkuş, Arda Akin, Ayşe Nazli İlicak, Bayram Kaya, Bilal Şahin, Bulent Ceyhan, Bulent Mumay, Bunyamin Koseli, Azmi Cemal Kalyoncu, Cevheri Guven, Cihan Acar, Cuma Ulus, Emre Soncan, Ercan Gun, Erkan Akkuş, Ertugrul Erbaş, Fatih Akalan, Fatih Yagmur, Habip Guler, Hanim Buşra Erdal, Haşim Soylemez, Huseyin Aydin, İbrahim Balta, Kamil Maman, Kerim Gun, Levent Kenez, Mahmut Hazar, Mehmet Gundem, Metin Yikar, Muhammed Fatih Ugur, Mustafa Erkan Acar, Mursel Genç, Selahattin Sevi, Seyid Kiliç, Turan Goruryilmaz, Ufuk Şanli, Ufuk Emin Koroglu, Yakup Saglam û Yakup Çetin.
(EA/YO)