Ji bo nûçeya Tirkî
Derbarê nivîskar Ahmet Nesinê ku ji ber li Ozgur Gundemê nobeta weşanê girtibû û bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ hatibû girtin de, 14. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê biryara da ku serbest were berdan.
Lêbelê dadgehê îdianameya derbarê Nesin de qebûl kir û bi vî awayî herçiqas Nesin serbest hatibe berdan jî dê derbarê wê de doz were vekirin.
Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglu û Seroka Komelaya Mafê Mirovan a Tirkiyeyê Şebnem Korur Fincanci jî bi heman hincetê hatibûn girtin û ew jî duh serbest hatibûn berdan.
Her sê jî di 20ê Hezîranê de ji bo îfadedayînê çûbûn Dadgeha Çaglayanê û ji hêla dozgerê bi navê Eşref Durmuş ve sewqî dadgehê hatibûn kirin û bi biryara dadgerê bi navê Bekir Altun ve hatin girtin.
Yên derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin
Faruk Eren, Ertugrul Mavioglu, Ayşe Duzkan, Erol Onderoglu, Celalettin Can, Mustafa Sonmez, Melda Onur, Fehim Îşik, Celal Başlangiç, Eşber Yagmurdereli, Ragip Duran, Nurcan Baysal, Omer Agin, Ahmet Abakay, İhsan Çaralan, İşin Eliçin, Murat Çelikkan, Ugur Karataş, Oncu Akgul, Ayşe Batumlu, Sebahat Tuncel, Saruhan Oluç, Nadire Mater, Beyza Ustun, Mehmet Guç, Tugrul Eryilmaz, Faruk Balikçi, Şeyhmus Diken, Necmiye Alpay, Julide Kural, Yildirim Turker, Ahmet Nesin, Kemal Can, Şebnem Korur Fincanci, Hasip Kaplan, Nevin Erdemir, Tugrul Eryilmaz, Hakki Boltan, Cengiz Baysoy, Kumru Başer, Veysi Altay, Hasan Hayri Şanli, Hasan Cemal, Deniz Turkali, Dicle Anter, Çilem Kuçukkeleş, Said Sefaoglu, Aydin Engin, Îhsan Eliaçik û İmam Canpolat.
16 kesên ku derbarê wan de doz hatiye vekirin
Faruk Eren, Ayşe Dozkan, Ertugrul Mavioglu, Hakki Saruhan Oruç, Celal Başlangiç, Mehmet Fehim Işik, Ragip Duran, Murat Çelikkan, Îhsan Çaralan, Kemal Can, Onco Akgol, Emine Beyza Ustun, Celalettin Can.
(EA/AS/YO)