Ji bo nûçeya Tirkî
Derbarê Nadire Mater, Yildirim Turker, Tugrul Eryilmaz, Faruk Balikçi û Veysi Altay ku di çarçoveya kampanyaya piştgiriyê ya ji bo Ozgur Gundemê bûbûn nobedarê weşanê, bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kirine’ lêpirsîn hatibû vekirin, ji bo îfadedayînê çûn Dadgeha Çaglayanê. Hevpîşe û parazvanên mafan jî bo piştgirî bidin wan li ber dadgehê hatin cem hev.
Saeta ku ji bo îfadedayînê hatibû diyarkirin 10:00 bû lê dozgerê sûcdarên terorê Gokhan Yilmaz neçû meqamê xwe û îfadeya 5 Nobedarên Weşanê nehat hilanîn.
Eyupoglu: Prosedura nû
Parêzer Meriç Eyupoglu got ku dê îfadeya 5 Nobedarên Weşanê li emniyetê were hilanîn.
Eyupogluyî ragihand ku ji saet 09:00ê sibê vir ve ew li benda dozgerî man e û got: ‘Lêbelê 2 car ji me re gotin ku ji vir şûnde êdî îfadedayîn wê bi talîmata dozgeriyê li emniyetê pêk were.’
Meriçoglu wiha got: ‘Ji vir şûnde êdî nahêlin ku bi awayekî komî werin dadgehê. Di cihê wê de wê dozger talîmat bide emniyetê ku îfade li wir were hilanîn.’
Mater: Hevgiriya herî mezîn ew e ku em zext û zordariyan derxîn holê
Nadire Materê got ku ew temenî dike ku hevgiriya heyî bibe wesîleya zanîna zext û zordariyên li ser Ozgur Gundem û çapemeniya kurd.
Nadire Materê di daxuyaniya xwe ya li ber dadgehê de got: ‘Niha diviyabû ku me nûçeyan çêkira. Lê em hatin ku îfade bidin. Temenî dikim ku ew hevalên me yê girtî jî demildest tevlê me bibin ku em nûçegihantiya mafparêztî û aştîxwaz bidomînin.’
Faruk Balikçiyî di di axavtina xwe de got: ‘Em ji bo hevgiriya bi rojnamegeran re, ji bo rûmeta vî karî li vir in. Sibe dîsa pêwist bike ez ê dîsa karê xwe pêk bînim.’
Tugrul Eryilmaz jî wiha got: ‘Tenê derdê me ew e ku em rojnamegeriyê têr û tijî pêk bînin.’
Rojnameya Ozgur Gundemê li dijî lêpirsîn û dadkirinên li hemberî wan tên kirin de di 3ê Gulanê de kampanyaya nobedariya weşanê dabû destpêkirin. Gelek rojnameger û parazvanên mafê mirovan piştgirî dabûne wê kampanyayê û bûbûn berpirsê weşana giştî ya rojnameyê.
Faruk Erenî jî axivî û got: ‘Di nav hefteyê de 3-4 rojên me bi îfadedayînê derbas dibe. Nêzî 40 hevalên me hatine girtin. Em dixwazin ku hemû serbest werin berdan.’
Kesên hatine girtin
Nûnerê RSFê Erol Onderoglu, Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci û nivîskar Ahmet Nesin ji bo ku piştgiriyê dane kampanyaya Ozgur Gundemê debarê wan de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kirine’ lêpirsîn hatibû vekirin. Ew kesena di 20ê Hezîranê de ji bo îfadedayînê çûne dadgehê û piştî sewqî dagehê hatin kirin, her sê jî hatin girtin.
Li dijî girtina wan îtiraz hat kirin lêbelê ew îtiraza jî hate redkirin.
Nobedarên Weşanê
Hasan Cemal, Şeyhmus Diken, Hasan Hayri Şanli, Cengiz Baysoy, Dicle Anter, Faruk Balikçi, Kemal Can, Julide Kural, Ahmet Nesin, Deniz Turkali, Necmiye Alpay, Çilem Kuçukkeleş, Saruhan Oluç, Ertugrul Mavioglu, Ahmet Abakay, Hasip Kaplan, İhsan Eliaçik, Yildirim Turker,Murat Çelikkan, Ayşe Batumlu, Nadire Mater, Aydin Engin, Tugrul Eryilmaz, İhsan Çaralan, Şebnem Korur Fincanci, İşin Eliçin, Ugur Karataş, Mehmet Guç, Beyza Ustun, Celalettin Can, Sebahat Tuncel, Erol Onderoglu, Nurcan Baysal, Eşber Yagmurdereli, Ragip Duran, Melda Onur, Celal Başlangiç, Mustafa Sonmez, Ayşe Duzkan, Ugur Guç, Faruk Eren, Kumru Başer, Nevin Erdemir ve Hakki Boltan, Veysi Altay.
Kesên ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin
Faruk Eren, Ertugrul Mavioglu, Ayşe Duzkan, Celalettin Can, Mustafa Sonmez, Melda Onur, Fehim İşik, Celal Başlangiç, Eşber Yagmurdereli, Ragip Duran, Nurcan Baysal, Omer Agin, Ahmet Abakay,İhsan Çaralan, İşin Eliçin, Murat Çelikkan, Ugur Karataş, Oncu Akgul, Ayşe Batumlu, Sebahat Tuncel, Saruhan Oluç, Nadire Mater, Beyza Ustun, Mehmet Guç, Tugrul Eryilmaz, Faruk Balikçi, Şeyhmus Diken,Necmiye Alpay, Julide Kural, Yildirim Turker, Kemal Can, Hasip Kaplan,Nevin Erdemir, Tugrul Eryilmaz ve Hakki Boltan, Veysi Altay.
(EKN/EA/YO)