Ji bo nûçeya Tirkî
Parêzerên Nobedarên Weşanê yên Ozgur Gundemê Erol Onderoglu, Şebnem Korur Fincanci û Ahmet Nesin daxuyandin ku wan li dijî girtina wan îtiraz kiriye, lê ew daxwaza wan ji hêla dadgehê ve hatiye redkirin.
Parzêran di 22ê Hezîranê de li dijî wan girtinan îtiraz kiribûn.
Derbarê 3 nobedarên weşanê de îdianame hatiye amadekirin û bi qanûn terorê derbarê wan de doz hatiye vekirin. Sûcên li wan tên kirin ku di doza vekirî de jî cih girtine wiha ne: ‘Pesindayîna sûcê û sûcdaran’, ‘tehrîkirina ji bo sûckirinê’ û propagandakirina rêxistina terorê’.
Nûçe û gotarên ku kirine sedema dadkirinê
*Ahmet Nesin (7ê Hezîran): ‘Fermandar Ebu Leyla Weke Mehmet Tunçî Miradeke Mezin Hişt, Em bi te serbilind in’, ‘Tîroja Sûriyê Ebu Leyla’, ‘Em ê Berxwedana Xwe Bigihînin Serfiraziyê’ û ‘HPG: Li Dêrsim û Şirnexê 2 leşker hatin kuştin’.
*Erol Onderoglu (18ê Gulanê): ‘Li Dijî Akarî serhildana ji bo JOHan’, ‘Li Nisêbînê aqubeta JOH-POHan çiqas diçe zêdetir xerab dibe’ û ‘Bi tank, top û obusan nikarin Şirnexê bi dest bixin’
*Şebnem Korur Fincanci (30ê Gulanê): ‘Li Nisêbînê dijmin berteref bû’, ‘HPG: 40 leşker hatin kuştin, 2 takn hati îmhakirin’ ‘De em kenên xwe li hev biguherînin’ (BINEVŞ), ‘Li ku derê jineke zordestî hebe ew der bo me qada berxwedanê ye’ (BINEVŞ), ‘Fermadara HSDê Rojda Felat: Em ê bindestiyê bi dawî bikin’. (YY)