Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê John Kirby derbarê 3 kesên ku ji ber hevgiriya bi Ozgur Gundemê re bi hinceta propagandaya rêxistinê kirine hatin sûcdarkirin û bi wî awayî hatine girtin de, axivî.
John Kirby îro li Washingtonê di civîna çapemeniyê ya rojane de derbarê girtina Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas ya Tirkiyeyê Erol Onderoglu de wiha got:
‘Wisa dixwiyê ku girtina wî berdewamiya hewildanên ji bo fetisandina azadiya çapemenî û xweîfadekirinê ye û ew yek mirov gelek aciz dike.’
‘Em careke din bangî dost û hevpîşeyên xwe yên tirk dikin ku bila li gorî makeqanûna xwe û li gorî nirxên demokratîk yên gerdûnî tev bigerin.’
‘Li gorî me di civakên demokratîk de fetisandina rexneyan çewtiyeke mezin e. Divê her kes ji bo rexnekirinê werin teşwîqkirin.’
‘Em pê bawer in ku xweîfadekirina her deng û rengê, destûrdayîna xebat û hewldanên rojnamegerên serbixwe, demokrasiyê zêdetir hêzdar dike.’
Nûnerê RSFê Erol Onderoglu, Seroka Weqfa Mafê Mirovan (TIHV) Şebnem Korur Fincanci û Ahmet Nesin ji ber ku li Ozgur Gundemê bûne nobedarê weşanê, bi hinceta propagandaya rêxistinê kirine hatibûn sûcdarkirin û piştre jî di 20ê Hezîranê de hatibûn girtin.
(NV/YO)