Ji bo nûçeya Tirkî
Îdianameya ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê mudirê nûçeyan a imc tvyê Hamza Aktan de bi hinceta twittên parvekirî de hatibû amadekirin, ji hêla dadgehê ve hat qebûl kirin.
Ji bo rojnameger Hamza Aktan bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kririye’ 5 sal ceza tê xwestin.
Hamza Aktanî ji bianetê re axivî û ragihand ku ew ji ber 16 twittên parvekirî tê sûcdarkirin, 7 ji wan twittan parvekirin û retweetên wî bi xwe ne, lê derbarê yên dinê de ti eleqeya wê pê nîn e.
Îdianeme ji 3 rûpelan pêk tê û ji hêla Dozgerê Komarê Ahmet Demirhuyuk ve hatiye amadekirin. Ya balkêş ew e ku di nav 9 twittên ku dozger behsê dike de şaşiyên gramerê gelek zê ne.
Li gorî nûçeya imc tvyê Hamza Aktanî diyar kir ku wexta ew 9 twittên hatine avêtin wî twitterê bi ti wayî bi kar neaniye û wiha got: ‘Di navbera 3ê Cotmeha 2015-26ê Sibata 2016an de min di twitterê de ti tişteke parve nekiriye. Lêbelê di îdianameyê de tê îdiakirin ku 8 twittên ku di Çileya 2016an de hatiye avêtin, yên min in. Ev yeka tişteke ji dûrê aqilan e.’
twitta îngîlîzî bi xeletî hatiye wergerandin
Di îdianameyê de balkêşiyeke din jî ew e ku twitteke ku Aktanî bi îngîlîzî parve kiriye, bi xelatî hatiye wergerandin.
Aktan got ku heman xeletî di 30ê Nîsanê de dema hatibû binçavkirin jî pêk hatiye, wî vê xeletiyê ji polêsan re ragihandiye, polêsan jî wergêrê li wir sererast kiriye, lêbelê di îdianemeyê de ew xeletî dîsa hatiye kirin.
Rûniştina dozê ya yekem di 27ê Cotmehê de ye
Di îdianameya ku 2. Dadgeha Cezayê Giran ya Bakirkoyê qebûlkiriye de ji bo Aktan, bi hinceta propagandaya rêxistinê kiriye’ 5 sal ceza hat xwestin.
Hamza Aktan di 30ê Nîsanê de bi şerta kontrola edlî serbest hatibû berdan û rûniştina dozê ya yekem jî di 27ê Cotmehê de ye.
Telefon û komputera Aktanî 2 meh in di destê polêsan de ne
Aktanî di daxuyaniya xwe ya bianetê de ragihand ku polêsan di 30ê Nîsanê de dest danîne ser telefon û komputera wî û 2 meh in radestiyê wî nakin.
(EKN/YO)