Ji bo Tirkî û Îngiliziya nûçeyê
Heval û hevkarê me Erol Onderogluyê ku ji ber pêkanîna nobedariya weşanê bo Ozgur Gundemê hatibû girtin, ji bianetê re peyam şand.
Onderoglu beşdarî çalakiya hevgirtinê ya li dijî êriş û zextên li ser Ozgur Gundemê bûbû.
Erol Onderoglu ligel Seroka Weqfa Mafê Mirovan Şebnem Korur Fincanci û nivîskar Ahmet Nesin ku ew jî beşdarî kampanyaya nobetgirtinê bûbûn re, di 20ê Hezîranê de hatin girtin.
Peyama ku Onderoglu şandiye wiha ye:
‘Dostên bianetê yên qedirbilind;
Ez weke girtiyekî nû di çarçoveya nûçegîhantiya mafparêzî li vir bûm şahidê hêza ciwanên girtî. Ji hêla din ve ez ji karê xwe yê rojane bûm û ji ber wê jî ez di valahiyê de me...
Ji bo hevgiriya we gelek gelek spas dikim û we hembêz dikim.
21ê Hezîrana 2016an – Girtîgeha Metrisê’
(HK/YO)