Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Mediendienst Integration, saziyek e ku li Almanyayê rojnamegeran li ser koç, entegrasyon û xwespartinê agehdar dike. Li ser navê saziyê Fabio Ghelliyî bersiva pirsên me da.
Fabio Ghelliyî dîyar kir ku medyaya Almanyayê gelek eleqedara mijara penaberan e. Di meha Çiriya Pêşiyê de rojnameyan nîvê nûçeyên xwe li ser penaberan çêdikirin û niho jî her rojnameyek nûçeyek an jî du nûçeyan li ser penaberan çêdikin.
Wî dîyar kir ku ‘’li ser penaberan’’ nûçe têne çêkirin lê em nikarin ‘’dengê penaberan’’ ji nûçeyan bibihîsin.
Penaberên ji Sûriyeyê di medyayê de çawa cih digirin?
‘’ Di havîna borî de, nûçeyên erênî hatin çêkirin û dihat dîyarkirin ku Almanya alîkariya penaberan dike. Xelk çûn pêşiya penaberan û alîkarî dan wan.’’
‘’ Pêvajoyeka nû li Kolnê dest pê kir(destdirêjiya li jinekê) fikar û arîşeyên ewlehiyê dest pê kirin.’’
‘’ Piştî meha Gulanê hejmara penaberên dihatin kêm bû. Medyayê jî berê xwe da planên mayinde. Ka di deh salan de çi dê çêbibe, mirovên wan jî dê bên an ne, dê karekê ji xwe re bibînin an no?...’’
(BK/MB)