Ji bo nûçeya Tirkî
Can Dundar di roja 50. kampanyayê de bû noberadê weşanê û girtina Prof. Dr. Şebnem Fincanci, Nûnerê Rojnamegerên Bêsînor ya Tirkiyeyê Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesinê şermezar kir.
Dundar got: ‘Bi girtinên ku duh pêk anîn dixwazin peyameke ragihînin me. Ya ku ew naxwazin em pêk bînin radigihînin me. Lêbelê ew nexwazin jî em ê karên xwe pêk bînin. Em ê berxwedana xwe pêşve bibin.’
Dundar ragihand ku manşeta Ozgur Gundemê ya ‘Dîsa Berxwedan’ ku îro belav kir, gelek baş û rast e û got: ‘Divê em her tim bi hevgirtî li gel hev bin.’
‘Eger hûn ligel heqîqetê bin, hûn ê werin girtin’
Can Dundar derbarê girtina Onderoglu, Fincanci û Nesin de wiha got: ‘Girtina bo me peyam e. Di wê peyamê de dibejin ku eger hûn ligel heqîqetê bin, hûn dê werin girtin. Peyam gihişte me, em ê hevgiriya xwe bidomînin.’
Dundar got: ‘Ew çibêjin em ê berovajiyê wê yekê pêk bînin. Kîjan televizyona ku naxwazin were temaşekirin, em ê wê teşae bikin. Bi vî awayî em ê xwedî li mafên xwe derkevin.’
‘Bi girtina Erol ji hemû dinyayê re peyam şandin’
Dundar derbarê girtina Ahmet Nesin de got: ‘Dewlet li dijî kesên ku difikirin û dinivîsin re her tim zilmê dike.’
Derbarê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci û Nûnerê RSFê Erol Onderoglu de jî got: ‘Mamoste Şebnem di warê mafên mirovan de berxwedanê dida. Lê bi girtina Erol ne tenê ji Tirkiyeyê re xwestin ku peyameke bidin ji hemû dinyayê.’
(HK/YO)