Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wêne - fîlma ''Welatê Soroyan''
Platforma Sînemayê ya Tirkiye û Ermenîstanê da zanîn ku ew ê ji bo belgefîlm û kurtefîlmên wan kesên li herdu welatan an jî li penaberîyê, piştgiriyê bide.
Platform dixwaze ew kesên eleqedar serî li atolyeya wan bide.
Atolye dê li rojên 11-13ê Tîrmehê li dema Festîwala Qeysiya Zêrîn çêbibe.
Xelat: 7.500 Euro
Lijneyeka navneteweyî dê 10 fîlman ji bo atolyeyê hilbijêrin.
Yek ji wan fîlmên hatîn hilbijartin dê xelata 7.500 euro bistîne.
Yekîtiya Ewropayê jî piştgiriya vê projeyê dike.
Yên ku dixwazin serî li atolyeyê bidin, divê heta 15ê Hezîranê serî li atolyeyê bide.
Heta niho nêzîkî 100 sînemaçêkeran serî li atolyeyê daye. (YY/MB)