Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen hatibû girtin û Şevîn Alaca jî ji wezîfeyê hatibû dûrxistin. Bi biryara Wezareta Navxweyî Türker Öksüz, Waliyê Qersê weke qeyûm li şûna wan hatibû tayînkirin. Piştî ku qeyûm hatiye tayînkirin di 2ê meha Çiriya Pêşiyê de hesabê Twîtterê yê Ayhan Bîlgenî ji aliyê hesabê Twîtterê yê Şaredariya Qersê ve hatiye astengkirin.
Şaredariya Qersê ya ku qeyûm lê hatiye wezîfedarkirin, Parvekirinên têkildarî xebatên rêvebiriya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) jî li hesabê Twîtterê rakirine.
Şaredariya Qersê, hesabê bi navê “@SQerse” yê ku bi Kurdî di Twitter de parvekirinan dike jî girtiye.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di 25ê Îlonê de li 7 bajaran ji bo 24 endamên Lijneya Birêvebirinê a Navendî(LBN) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara desteserkirinê dabû. Siyasetmedarên HDPyî ji ber lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobanê de hatibûn desteserkirin ku ev çalakî di 6-12ê Çiriya Pêşiya 2014an de pêk hatibûn.
Piştî biryara dozgeriyê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK) yê HDPyê Alî Urkut, Endamê Komisyona Karûbarên Derve yê HDPyê Nazmî Gur, Endamên berê yên LNByê yên HDPyê Can Memîş, Gulfer Akkaya, Berfîn Kose, Bîrcan Yorûlmaz, Endamê LNByê yê HDPyê Alp Altinors, parlamenterên berê yên HDPyê Sirri Sureyya Onder, Ayla Akat Ata, Emine Ayna, Beyza Ustun û Altan Tan, endama Meclîsa jinan a HDK-HDPyê Dilek Yagli, endamê berê yê Pardiya Meclîsa HDPyê Pervîn Oduncu û berdevkê berê yê HDPyê Gunay Kubilay hatibûn desteserkirin.
Kesên ku hatibûn desteserkirin heman rojê li bajarên ku lê dijîn anîbûn Rêvebiriya Emnîyetê ya Enqereyê. HDPyîyên ku 24 saetan qedexeya hevdîtinê li ser bûn ji duh pê ve bi parêzerên xwe re dest bi hevdîtinan kirine.
Her weha navê Arife Kose, Yurdusev Ozsekmenler, Bayram Yilmaz û Zeynep Karaman jî di wê lîsteya ku ji 24 kesan pêk hatiye de bûne. Lê ji ber ku li mal nebûne desteser nekirine.(SO/AY/FD)