Fotograf: Medyaya civakî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Alî Boçnak, girtiyê nexweş ê 76 salî li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Panosa Agiriyê can daye.
Boçnak sala 2009an di dema operasyonên bi navê “KCK”yê de li Qersê hatibû desteserkirin. Piştî dadgehkirinê 7 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê birîbûn.
Dadgeha Bilind cezayê li Boçnakî hatibû birîn di sala 2013an de erê kiribû. Boçnak ji sala 2017an vir ve li Panosê girtî bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Boçnak wê li Qersê were binaxkirin.
Çend roj berê ji bo ku Boçnak were berdan li ser medyaya civakî kampanyayek hatibû pêkanîn.
ÎHD: 591 jê giran, hezar û 564 girtî nexweş in
Li gor rapora Komisyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Nîsana 2020an li girtîgehan 591 jê giran, hezar û 564 girtî nexweş in. (EMK/FD)