Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniyê ya Netewî aşkere kiriye ku di nava sînorê Herêma Kurdistanê de, li Heftanînê du leşker mirine, yek jî birîndar bûye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku “di 17ê Îlona 2020an de PKKiyan bi roketan êrîş birine ser baregeheke leşkerî. Di encamê de du leşker mirine, yek jî birîndar bûye.”
Leşkerî ku birîndar bûye rakirine nexweşxaneyê.
Di 17ê Hezîranê de operasyonê dest pê kiribû
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) di 17ê Hezîranê de li nava sînorê Herêma Kurdistanê dest bi operasyonekê kiribû. Li gorî daxuyaniyê navê operasyonê “Operasyona Pencik-Piling” e.
Dîsa li gorî daxuyaniyên fermî, di 19ê Hezîranê de serdesteyê pispor Omer Kahya, di 26ê Hezîranê de teğmene piyade Yunus Gul û di 21ê Hezîranê de jî serdesteyê pispor Ertugrul Kose miribû. (TP/FD)