Fotograf: Ferid Demirel / bianet (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêvebirên Komeleya Karkerên Bêewle, piştî belavoka derbarê destheqan de dane paleyan, hatine desteserkirin.
Sebahat Gençtarîh, parêzera rêvebirên komeleyê ji bîanetê re gotiye û diyar kiriye, Abdulselam Kûtlû, serokê komeleyê, Fazil Sevînç û Fadil Acar, rêvebirên komeleyê yên ku hatine desteserkirin, birine Şûbeya Tekoşîna li Dijî Terorê a Midiriyeta Emnîyeta Mêrsînê û niha li wir in.
Parêzer Gençtarîhê destnîşan kiriye, ji ber ku biryara nepeniyê dane ser dosyeya lêpirsînê em nizanin miwekîlên me bi çi tê sûcdarkirin û gotiye, ez fêrbûme ku dê paleyan bi sûcekî “ girêdayî rêxistinê” sûcdar bikin.
Rêvebirên komeleyê wê îro îfadeyên xwe bidin.
Paleyan 116 lîre heqdest dixwestin
Di belavokê de, ji ber ku hevdîtinên têkildarî yewmîyan yên di navbera komeleyên karkeran ê herêma Çûkûrovayê û Yekitiya Îxrecatkerên Akdenîzê(AKÎB) de bi neyînî encam dane, ji karkeran daxwaza bicîhîştina kar hatiye kirin.
Ji ber ku xwediyên kar daxwaza paleyan ya 116 lîre destheq qebûl nekirine gelek karkeran piştgirî dane çalakiya kar berdanê.
Biryara nepeniyê dane ser dosyeyê
Parêzer Sebahat Gençtarîh, derbarê pêvajoya desteserkirinê de weha gotiye:
“Hefteyek berê bi xwediyên kar re bazara yewmîyan kiribûn. Li piştî yekem civînê daxwaza randevûyê ya karkeran nehatibû qebûl kirin. Wan jî aşkere kiribûn, ku heta yewmîyên wan neyê sazkirin ewê neçin kar û belavokek weşandin. Di encama weşandina belavokê de li Edene, Antakya û Mêrsînê gelek paleyan kar bicîhîştin.
Abdulselam Kûtlû û 2 kes ji rêvebirîya komeleyê, duh sibê ji bo agahîyan bide, diçin servîsa ber devê rê ya karkeran. Li wir gotine ‘Em çalakiya neçin kar li dar dixin piştgiriyê bidin me.’ Li wir tên desteserkirin.
Me duh li Midiriyeta Emniyetê mixatab nedît, em fêr nebûn ka miwekîlên me bi çi tên sûcdarkirin. Me îro jî dît ku biryara nepeniyê dane ser dosyeyê.”(AS/AY/FD)