Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji Tirkiye û Yewnanistanê 350 jinan derbarê rageşiya di navbera her du welatan de daxuyaniyek weşandine û xwestine ku ev rageşî bidawî bibe û aştî pêk were.
Gulseren Onanç, aktivîsta mafên jinan ev xebat daye destpêkirin ku navê wê “Înîsîyatîfa Aştiyê ya Jinên Tirkiyeyî û Yewnanistanî”. Heta niha 350 jinan îmze avêtine binê daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de hatiye xwestin ku pirsgirêkên heyî bi rêyên dîplomatîk û li gorî hiqûqa navdewletî werin çareserkirin.
Daxuyanî bi sê zimanan, ingilîzî, yewnanî û tirkî hatiye amadekirin û li ser malpera www.womencallforpeace.net-ê hatiye weşandin.
Julide Kural, Fusun Demirel, Ayşe Kulîn û Prof. Dr. Binnaz Toprakê jî piştgirî dane vê xebatê. Her weha ji her du welatan gelek rojnameger, nivîskar, siyasetmedar, akademîsyen, hunermend û lîstikvanan jî piştgrî dane kampanyayê. (EMK/FD)