Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Vezirkopruyê, navçeya Samsûnê du koman şer kiriye û di dema vî şerî de Eymen Hammamiyê sûriyeyî hatiye kêr kirin. Hammamiyê 16 salî miriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Aandolûyê, li Kolana Ciwaniyê ya Taxa Ataturkê du koman şer kiriye. Di dema şerî de Eymen Hammamiyê sûriyeyî hatiye kêrkirin. Hammamiyê birîndar birine Nexweşxaneya Dewletê ya Vezirkopriyê û li vir miriye.
Gumanbarê bi navê Z. Ç. hatiye desteserkirin.
Hamza jî hatibû kuştin
Di Tîrmeha 2010an de li Gursûyê, navçeya Bûrsayê 4 kesên ku tacîz li jineke sûriyeyî kiribûn, êrîş biribûn ser Hamza Ajanê sûriyeyî. Hamza Ajan li nexweşxaneyê miribû. (EMK/FD)