Fotograf: Buroya Hiqûqê ya Gelî / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cenazeyê Ebrû Tîmtîkê îro piştî merasîma li Cemxaneya Gaziyê, li Goristana Gaziyê hatiye binaxkirin.
Tîmtîk bi daxwaza “dadgehkirineke adil” 238 rojan rojiya mirinê girtibû û duh (27ê Tebaxa 2020an) bi şev li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Sadi Konukî can dabû.
Di dema merasîma li Cemxaneya Gaziyê ala sor, cubeyê parêzeriyê û qurnefîl danîne ser darbesta Tîmtîkê. Li ser daxwaza Tîmtîkê li Cemxaneya Gaziyê di dema merasîmê de stranên elewiyan hatin strîn.
Polîsan destûr nedane meşa ber bi Goristana Gaziyê û bi gaza rondikrêj û guleyên plastîk midaxele li wan kesan kirine ku xwestine ber bi Goristanê ve bimeşin.
Destûr nedane birayê wê beşdar bibe
Barkin Tîmtîk, birayê Ebrû Tîmtîkê yê ku girtî ye, digel destûra dozgerî ji hêla cendermeyan ve hate astengkirin.
Dozgeriyê destûr dabû ku Barkin Tîmtîkê li Girtîgeha Sîlîvriyê ye beşdarî merasîmê bibe. Lê cendermeyên ji veguhestinê berpirsiyar in nexweşiya Covid-19ê kirine hincet û destûr nedane ew beşdar bibe.
Çi bûbû?
Bi daxwaza dadgehkirineke adilane parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal dest bi girtina rojiya mirinê kiribûn. Tîmtîk li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Dr. Sadi Konukî, Unsal jî li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Kanuni Sultan Suleymanî tên girtin. Her du nexweşxane jî nexweşxaneyên pandemiyê ne.
Bi tohmeta endamtiya rêxistinê 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ebrû Tîmtîkê, 10 sal û 6 meh jî li Aytaç Unsalî hatibû birîn. Doza ku parêzerên ÇHDyî tên dadgehkirin li ber destê Dadgeha Bilind e.
Di 10ê Tebaxê ji bo Tîmtîk û Unsalî parêzeran serî li Dadgeha Destûrî dabûn.
Dadgehê gotiye ku rewşa tenduristiya her du parêzerên di rojiya mirinê de, ne di asta xetereyê de ye û serlêdana wan qebûl nekiribû.
Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê di 30ê Tîrmehê de ji bo her du parêzeran rapora xwe aşkere kiribû û gotibû ku “ne guncav e li girtîgehê bimînin.” (EKN/TP/FD)