Fotograf: Flickr
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Biryara Serokomar ya derbarê Mizgefta Kariyeyê ya li Fatîha Stenbolê de li Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. Serokomar biryar dabû ji bo Mizgefta Kariye ji îbadetê re were vekirin.
Kariye jî her wekû Ayasofyayê piştî ku di sala 1511an de kirine mizgeft, 434 sal weke mizgeft mabû. Di sala 1945an de bi biryara Lijneya Wezîran bûye muzexane. 10em Daîreya Şêwra Dewletê di 11ê Çiriya Paşiya 2019an de biryara Lijneya Wezîran betal kiriye ku lijneyê Mizgefta Kariyeyê ji bo weke depo bikarbîne dabû Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî.
Li gel biryara ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, biryar hatiye stendin ku rêvebiriya Mizgefta Kariyeyê li gor 35em xala Qanûna Derbarê Wezîfe û Damezrandina Serokatiya Karûbarên Olî û bi hijmara 633 û bi dîroka 22ê Hezîrana 1965an bide Serokatiyê Karûbarên Olî û bi vî awayî ji îbadetkirinê re were vekirin.
Ayasofya jî ji îbadetê re hatibû vekirin
Piştî ku Şêwra Dewletê biryar daye, Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) biryarnameyek weşandiye. Di biryarnameyê de hatiye gotin ku piştî 10em Daîreya Şêwra Dewletê biryar Lijneya Wezîran a 24ê Çiriya Paşiyê ya 1934an betal kiriye wî biryar daye ku rêveberiya Mizgefta Ayasofyayê bide Serokatiyê Karûbarên Olî û bi vî awayî ji îbadetkirinê re were vekirin.
Derbarê Muzexaneya Kariyeyê de
Di serdema Justinyenê 1em, Împaratorê Bîzansiyan de ji aliyê Ezîz Teodîûs ve di sala 534an de weke kenîse hatibû avakirin. 58 sal piştî bidestxistina Stenbolê ji aliyê Fatih Sultan Mehmetî ve,Atik Elî Paşa, Sadrazamê Siltan Beyazidê 2em kiribû mizgeft. (TP/AY/FD)