Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor Meclîsa Tendurustîya Karkeran û Ewleyîya Karî, di meha Tîrmehê de herî kêm 164 karker mirine. Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewleyîya Karî(TKEK), di raporta xwe da behsa wan kesan jî kiriye ku di teqîna Libnanê da mirine. Weha hatiye gotin: “Ligel ku hişyarî hatibû kirin ku 2 hezar û 750 ton amonyûm nîtrat dikare ’Beyrûdê’ bi hewa bixe; tam şeş salan li bêndergehê ma”
Di raporê da behsa karkerên febrîqeyên Dardanel û Vestelê hatiye kirin ku ligel koronavîrusê hê jî tên şixulandin. Meclîsa TKEKyê pirsyareka weha kiriye: “Ligel ku li febrîqeyê karkerin hene ku bi vîrusê ketine, Enstîtuya Standardên Tirk (EST) çawa ‘belgeya hilberîna ewle’ dide? Gelo mebesta van belgeyan ew e ku kargehan ji dozên pêşerojê biparêze.”
Di 7 mehan da 1098 cînayetên karî
Li gor raporta TKEKyê tev li meha Tîrmehê, di şeş mehên ewil yên 2020an da bi kêmanî 1098 karker ji ber cînayetên karî mirine.
Di raporta cînayetên karî da ev zanyarî hebûn ku Meclîsa TKEKyê ji sedî 88ê agahîyên vê raportê ji çapemenîya neteweyî; ji sedî 12ê wê ji çapemênîya herêmî, hevalên karî yên karkeran, malbatan, pisporên ewleyîya karî, pizîşkên kargehan û sendîkayan stendîne:
3 jin û 7 karkerên zarok mirine
- Ji 164 karkerên ku mirine 140 mûçekar (karker, mamûr), 24 li ser hesabê xwe dixebitin (cotkar û esnaf).
- 3 jin û 184mêr mirine; di nava van karkeran da 7 zarok û 6 koçber/penaber hebûne.
- Cînayetên karkerên jin di qadên cotkarî, kîmya û tendurustîyê de qewimîne.
- Ji nav karkerên ku mirine bi tene 7 kes sendîkayî xebitîne
- Navenîya temenê karkerên li ser navê xwe û hesabê xwe dixebitîn 51, Navenîya temenê karkerên mirine yên ku mûçekar (karker û mamur) dixebitîn 39 bûye.
Sedema mirinê ya herî zêde: perçiqîn/hedimîne
Karker herî zêde di van qadan da mirine: cotkarî, înşeat, barkêşî, kîmya, metal, madenvanî, enerjî, şaredarî/karen giştî, xurek, tendurustî, ewleyî, tekstîl, bazirganî/ofîs.
Karkerên di dema karkirinê de mirine herî zêde li Sariyerê ne
Di meha Tîrmehê de li 59 bajarên Tirkiyeyê û ji derve li 2 welatan di dema karkirinê de mirina karkeran hatiye tespîtkirin.
Karkerên ku di dema karkirinê de mirine herî zêde li Sakaryayê, Stenbol, Kocaelî, Mersîn, Zongûldak, Îzmîr, Mereş û Samsûnê pêk hatiye.
Di meha Tîrmehê de navên karkerên ku mirine weha ne:
Ö.M., Bahattin Oruç, Engin Tekin, Şeyhmus Akatay, Faruk Çelik, Fatih Kafkas, Eray Güneşdoğdu, Yunus Oku, Yaşar Güleryüz, Ercan Canlar, Serdar Can, Hüseyin Ali Ökten, Halil Tuna Akgöz, Mesut Yazar, Fatih Manga, Hüseyin Değerli, Sabahattin Tepeçınar, Havva Topal Çelik, Halis Yılmaz, Muhammet Seyfi Çanakçı, Muhammed Aygün, Ramazan Kor, Erhan Ateş, Kemal Budak, Ertan Özcan, Ahmet Güven, Mustafa Çabuk,Eşref Azarkan, Hamza Acan, Ramazan Şahin, Nazmi Aydın, Yasin Çolak, Öner Yazıcı, Bekir Dursun, Yunus Demiryürek, Emin Memigüven, Recep Dursun, Mustafa Bayrakçı, Kamil Altun, Yaser Karcı, İzzet Gözütok, Mehmet Kaya, Bahattin Karadere, Yusuf Fersatefendioğlu, Bayram Altunok, Soner Çatma, Salim Çatma, Serkan Tekin, Salih Tosun, Ali İhsan Güven, Muhammed El Abdullah, Muzaffer Özşahin, H.K., Necmettin Özyolcu, Sefa Akbaba, Musa Taşdemir, Burhan Saytaş, Kurtuluş Sefil, Nevzat Aslan, Mehmet Dal, Sedat Küçükekenci, Fazlı Koç, Ferhat Kurt, Adnan Dönmez, Hüseyin Tartak, Mahmud El Sati, Şenol Çakmak, Tekin Şeker, Mehmet Çetin, Murat Yaşar, Ali Ceylan, Abdulmuttalip Şahin, Okan Sönmez, Burak Karaköse, Serkan Sözden, Hüseyin Onur Gümüş, Taylan Sünbül, Ramazan Karataş, Hikmet Baştuğ, Süleyman Savaş, Melih Kızıltepe, Hasan Öden, Musa Salma, Ender Yaşar, Kemal Darılmaz, Yılmaz Sarı, Çağlar Yazgan, Selçuk Ergün, Celal Tümen Yalabık, Ayhan Duran, M.M.B., İdris Aktaş, Cengiz Kadirhan Kıyak, Yahya Koçan, Hidayet Kurt, İbrahim Örnek, Mihrinur Özlem Burmaoğlu, Cemal Orçan, İsmail Sülü, Fatih Yemşen, Abdullah Yaşar, Alaattin Kayretli, Mustafa Şen, Süleyman Hortul, Cengiz Kuloğlu, Hüseyin Yılmaz, Mesut Çobanoğlu, Zeynel Abidin Demir, Serkan Yumrukaş, Fazlı Kodak, İsmail Ersoy, Mehmet Yıldız, Yıldıray Çekiç, Halime Sağlam, Salih Genç, Ekrem Cantekin, Ramazan Özbek, Vural Aydoğan,Nucud Salih, Ali Topuz, Hasan Çepni, Sedat Sagun, Ersan Taş, Murat Örekeci, Salih Akduman, Enis Taş,Cengiz Genç, Selahattin Duman, Osman Kızıl, Selim K., Kemal Sarıyıldırım, Samet Çubukçu, Nurullah Akbaş, Ali Yılmaz, Emrah Pullu, Fevzi Onakbaş, Ramazan Yüksel, Muhammet Gencer, N.A., Ali Osman Eytemiş, Hüseyin Gümüş, Münür Muyan, Kemal Sarak, Ahmet Fil, Mustafa Barış, Sırrı İlkin, Khaled Alabdullah, Kaya Tıngır, İsmet Yılmaz, Aydın Şahin, Hasan Davulcu, Tahsin Gülaçtı, Mustafa Şen, İsa Yıldırım, Hasan Yanik, Hamdi Ekim Serdaroğlu, Halit Aslan, Celal Şahin û 6 karkerên ku navê wan ne diyar e.
(TP/AY/FD)