Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan di serdegirtina Navenda Çanda Îdîlê ya li Okmeydaniya Stenbolê de Ridvan Akbaş û akademisyen Nûriye Gulmena ku bi KHKê(Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de) ji karî hatibû avêtin, desteser kiribûn. Dadgehê biryara girtina herduyan jî daye.
Buroya Hiqûqê ya Gel li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşandiye û weha gotiye:
“Miwekîlên me Nûriye Gulmen û Ridvan Akbaş hatine girtin û Yasemîn Karadag, Firat Kaya û Ezgî Kûl jî bi şertê kontrola edlî serbest bûne.”
Çi bûbû?
Grûp Yorûm di Navenda Çandê ya Îdîlê ya Stenbolê da xebatên xwe bi rê ve dibe. Ev navend di 2 salê dawîn da ji 10 caran bêtir rastî serdegirtina polîsan hatiye. Di dema serdegirtina da gelek kel û pel û enstrûmanên grûbê hatine şikandin û wendakirin. Herweha defterên notayên muzîkê û qeydên stranan zerar dîtine.
Li gor daxuyaniya Grûp Yorûmê di serdegirtinan da heta niha 30 kes hatine girtin û hê jî endamên Grûpê yên girtî hene.
Îbrahîm Gokçek û Hêlîn Bolek daxwaz kiribûn ku “Bila qedexeyên li ser konsertên wan bidawî bibin, polîs negire li ser navenda wan a çandê û endamên wan ên girtî serbest bibin.” Gokçek û Bolek bi van daxwazan dest bi greva birçîbûnê kiribûn û paşê jî weguhestibûn rojiya mirinê. We demê her du jî girtî bûn.
Bolek di 20ê Çiriya Paşiyê ya 2019ê de, Gokçek jî di encama rapora Tiba Edlî de 20ê Sibata 2020an hatibûn tehliyekirin.
Helîn Bolek 3yê Nîsana 2020an de can dabû. Bolek dema can da, 288 roj bûn ku di rojiya mirinê de bû. Gokçek jî di 323yem roja xwe ya rojiya mirinê de, ango di 7ê Gulanê de can dabû. Piştî ku komê serî li Walîtiyê dabû û daxwaza konsertê kiribû Gokçekî di 5ê Gulanê de dest ji rojîya mirinê berdabû. (EKN/AY/FD)