Fotograf: Houssam Shbaro - Beyrut/AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Libnanê hejmara kesên di teqînê de mirine gihîştiye 171an. Teqîn roja 4ê Tebaxê li Bêndera Beyrûdê pêk hatibû.
Hamad Hasan, Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê piştî civîna bi Rick Brennan, Midûrê Rewşa Awarte yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê re, hin zanyarî bi rojnamegeran re par ve kirine.
Hasanî gotiye ku hejmara miriyan gihîştiye 171an û 30-40 kes winda ne.
Li gorî zanyariyên ku Hasanî dane, dermankirina 120 birîndaran li beşên nexweşiyên giran û ya nêzîkî hezar û 500 birîndarî jî li nexweşxaneyên taybet dewam dikin.
Hemû wezîran dest ji kar berdabûn
Hamad Hasanî her weha diyar kiriye ku piştî civîna Lijneya Wezîran a duh, hemû wezîran dest ji wezîfeyên xwe berdane û ev pêşkêşê Serokwezîr Hassan Diyabî kirine.
Hasanî destnîşan kiriye ku wê Serokwezîr jî wan pêşkêşî Serokkomar Mişel Awnî bike.
Çi bûbû?
4ê Tebaxê li depoya hejmar 12yê de teqîneke mezin pêk hatibû ku teqemenî li vê depoyê dihatin bicihkirin.
Merwan Abbud, Waliyê Beyrûdê gotibû ku dibe ziyana teqînê ji 10 an jî 15 milyar dolaran zêdetir be.
Raul Name, Wezîrê Ekonomî û Bazirganiyê jî gotibû “Hêza me ya ekonomîk nîne em bi tena serê xwe nikarin bi encamên teqînê re têbikoşin. Tekane çareseriya me, wê IMF be.”
Piştî teqînê ji bo du hefteyan rewşa lezgîn hatibû ragihandin û diyar bûbû ku 300 hezar kes bê mal mane. (EKN/FD)