Fotograf: Arşîv - AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Bedlîsê aşkere kiriye ku heta fermaneke din wan li 36 gund û gundikên bi ser Bedlîsê de derketina derve qedexe kiriye.
Walîtiyê ev biryar li ser malpera xwe ya fermî ragihandiye.
Li gorî vê biryarê qedexe wê li van gund û gundikan pêk were:
Yukarıbalcılar, Aşağıbalcılar, Üçevler, Başmaklı, Ilıcak, Oğulcak, Çeltikli, Kalupat, Karakuş, Aşağıkoçak, Aşağıyolak, Yukarıyolak, Yanönü, Beşkaynak, Dursun, Dikme, Aşağıdikme, Yukarıdikme, Uçankuş, Bayırlı, Kutlu, Akgün, Kınalı, Çobansuyu, Aşağıçobansuyu, Aşağıölek, Yukarıölek, Akçalı, İçgeçit, Doğruyol, Dereağzı, Çadırlı, Yolcular, Aşağıyuvacık, Yuvacık, Kavakdibi.
Walîtiyê di heman daxuyaniyê de diyar kiriye ku ji ber operasyona leşkeri û li gorî Xala 11/Cyê ya Qanûna Rêveberina Bajaran a Hejmar 5442yê ev biryar hatiye standin û ji 11ê Tebaxa 2020an saet 19.00ê û pê ve wê bê bicîkirin. (TP/FD)