Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cale Brown, Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve a Dewletên Yekbûyî ê Amerîkayê derbarê Osman Kavalayiyê ku ji hezar rojî zêdetire girtiye de daxuyanî daye û gotiye:
“DYA, rêzgirtina ji bo berpirsiyarî û lixwegirtinên navneteweyî bi grîng dizane.”
Brownî diyar kiriye û gotiye, “ Em bang li Tirkiyeyê dikin, ku bila berbirsiyariya xwe ya derbarê serdestiya hiqûq û edaletê de pêkbîne û Kavalayî serbest berdin. Bila bi awayekî lez û zelal ji bo encamdana doza Kavalayî hewl bidin.
YE: Tirkiye bi paş ve diçe
Yekitiya Ewropayê (YE) derbarê Kavalayî de daxuyaniyek daye û gotiye, li Tirkiyeyê “ paşkevtina di qadên mafên bingehîn de cîhê metirsiyê ye.”
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
“Îro Osman Kavalayê mafparêz di gel biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê(DMME) hezar roje di girtîgehê de ye.” DMMEyê biryara serbest berdana Kavalayî dabû.
“Doza Kavalayî nîşaneya wê yekê ye ku Tirkiye di warê rêzgirtina mafên bingehîn û di qadên bingehîn yên weke serdestiya hiqûqê de bi paş ve çûye.” (PT/AY/FD)