Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeke hackeran Apple, Uber, karsaz û veberhênerê teknolojiyên fezayê Elon Musk, karsaz û xwediyê şîrketa Microsoftê Bill Gates, Serokê berê yê DYAyê Barack Obama, namzetê Serokatiyê yê DYAyê Joe Biden, navdar Kim Kardashian jî din av de bi dehan hesabên Twitterê bi dest xistine.
Li gorî zanyariyan kesên ku sextekariya pereyên krîptoyî dikin ev êrîş birine ser wan hesaban.
Xwestine ku pereyan bişînin hesabekî bitcoinê
Li ser van hesabên hatine bidestxistin navnîşaneke anonîm ê bitcoinê danîne û gotine pere bişînin vî hesabî. Ew kesên hesap bi dest xistine her weha gotine, ji bo her hezar dolarê ku bê şandin hûn ê 2 hezar dolar pereyan qezenc bikin.
116 hezar dolar şandine
Malpera Blockchain.comê ya ku transfera pereyan dişopîne, gotiye ku heta niha 12,58 bitcoin yanî 116 hezar dolar ji van hesaban re hatiye şandin.
Piştî vê bûyerê Twitterê li ser hesabê xwe yê fermî ev daxuyanî daye: "Haya me ji vê bûyera ewlehiyê heye ku tesîr li ser hesabên Twitterê kiriye. Em lê dipirsin û ji bo sererast bikin gavan diavêjin. Em ê di nav demeke kin da agahiyê bidin her kesî."
Ew peyamên ku li ser van hesaban hatibûn nivîsandin piştî demeke kin jê birine. (PT/FD)