Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di 27ê Hezîranê de li Gewaşê, navçeya Wanê kelekek binav bûbû. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li Taxa Altinsacê didomin.
Li Grava Çarpanakê Cendirme, Tîmên Ewlekariya Navxweyî a Cendirmeyan, Rizgarkirin û Lêgerîna Binavê (SAK) û Rizgarkirin û Lêgerina Cendirmeyan(JAK) bi 4 sonar û bi 4 cîhazên ROW li herêmê xebatên xwe didomînin.
Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê sibehê cesedên 2 penaberan û piştî nîvroyê yên 2ên din ji Gola Wanê derxistine. Li gorî vê encamê hejmara cesedên ku hatine derxistin gihîştiye 23an.
Çi bûbû?
Kelekeke ku penaber têde bûne di 27ê Hezîranê de li Gola Wanê binav bûbû û ji wê rojê ve heta niha tîmên rizgarkirinê li penaberan digerin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kelek, li nêzîkî Girava Çarpanak a Navçeya Tûşbayê binav bûbû. Piştî zanyariya binavbûna kelekê tîmên rizgarkirinê çûne wî cihî û ji bo rizgarkirina penaberan dest bi xebatê kirine.
Heman rojê Walîtiya Wanê daxuyniyek weşandibû û diyar kiribû ku kelek li nêzîkî Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Yoldundo ya Westanê binav bûye. Walîtiyê destnîşan kiribû ku li Taxa Altinsaçê 27ê Hezîrana 2020an saet di 22.00an de kesên bi navê Sedat û Medeni Akbaş bi keleka xwe derketine Gola Wanê û demek dirêj e agahî j wan nehatiye girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, tê texmînkirin ku nêzîkî 50-60 penaber di kelekê de bûne. (RT/AY/FD)