Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cesedên 3 penaberên din ji Gola Wanê hatine derxistin ku di 27ê Hezîranê de li Gewaşê, navçeya Wanê kelekek binav bûbû.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li Taxa Altinsacê xebatên xwe didomînin.
Li gorî nuçeya Ajansa Anadolûyê, ekîban vê sibehê cesedên 3 kesên din dîtîbûn. Piştî nîvro jî 3 cesedên hatine derxistin. Îro li ser hev 6 cesed hatine derxistin.
Li gorî vê encamê hejamara cesedên ku hatine dîtin, gihiştiye 19an.
Duh jî keleka ku binav bûbû hatibû dîtin û derxistin.
Çi bûbû?
Kelekeke ku penaber têde bûne di 27ê Hezîranê de li Gola Wanê binav bûbû û ji wê rojê ve heta niha tîmên rizgarkirinê li penaberan digerin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kelek, li nêzîkî Girava Çarpanak a Navçeya Tûşbayê binav bûbû. Piştî zanyariya binavbûna kelekê tîmên rizgarkirinê çûne wî cihî û ji bo rizgarkirina penaberan dest bi xebatê kirine.
Heman rojê Walîtiya Wanê daxuyniyek weşandibû û diyar kiribû ku kelek li nêzîkî Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Yoldundo ya Westanê binav bûye. Walîtiyê destnîşan kiribû ku li Taxa Altinsaçê 27ê Hezîrana 2020an saet di 22.00an de kesên bi navê Sedat û Medeni Akbaş bi keleka xwe derketine Gola Wanê û demek dirêj e agahî j wan nehatiye girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, tê texmînkirin ku nêzîkî 50-60 penaber di kelekê de bûne. (RT/FD)